HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Çalakiyên gerîlayên me ên li dijî agahî negirtina ji Rêberê Apo her ku diçe zêde û belav dibe.

Di 3’yê Îlonê artêşa TC li herêmên girê Şehîd Silav û Girê Guneylik, devera Herkî ya ku li herêma Şemzînan a Colemêrg’ê bi cih bûne. Yekîneyên me di saet 13:00’an de ji sê aliyan ve çalakiyekî dizî pêk anî. Di çalakiyê de aliyê yekem bi navbera bombeyê kete eniyên dijmin û bi çekên ferdî xurt lêxistin û 5 çeper bi giştî îmha kirin, yekîneyên me li vir çûne ser cenazeyê 15 leşkeran. Aliyê duyemîn ê çalakiyê jî leşkerên ku li çeperekî kom bibûn dike hedef û lê dixin. Li vir leşkerek tê kuştin û 2 jî birîndar dibin. Aliyê 3’emîn jî girê Guneylik û derdora wê bi çeka RPG-7 û bi çekên ferdî bi xûrt lêdixin. Li vir jimara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa TC dûbare hewlda êrîşî girê Silava bike. Fermanadarê leşkerên ku hewldan ku ber bi girê Silava ve bikevin rê çalakiya sekvaniyê li dij hat lidarxistin û di vê çalakiyê de fermandarê leşkeran hat kuştin.

Di 3’ê Îlonê di saet 15:00’an de yekîneyên me bi çekên giran li dijî leşkerên qereqola Oremar û leşkerên ku li derdora devera Şehîd Gafûr a Oremar ya li navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimar kuştî û birîndarên leşkerên TC nehat zelalkirin.

Şer û operasyonên ku li der dora kelha Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê hê jî dewam dike. Di 3’yê Îlonê yekîneyên me li der dorî Kelha Ertûş û Çeko, Şehîd Cihat û Şehîd Colemêrg li dijî leşkerên TC çalakiyek xûrt li dar xistin. Di şerê li vir de ji 45 leşkeran zêdetir hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Şerê ku di navbera gerîlayên me û leşkerên dagirker de qewimî hema hemû seaetên rojê bi dijwarî dewam kir.

Har wiha di 3’yê Îlonê li herêma karekola Êrîş a ku şer lê dewam dikir bi obûs û hewan hatin bombekirin, di heman demê de jî gerîlayên me bi çekên giran devera ku obûs û bi batariyên hewan êrîş dikrin bomberdûman kirin. Li vir windahiyên dijmin hene û çekên obûs jî hatine derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; gerîlayên me 2’yê Îlonê saet 11.30’an yekîneyek leşkerî ya hewl dida li qada Mêrgemîra ya girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîs’ê bi dizî tevbigere xist bin kontrolê û çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kûştin, leşkerek jî birîndar bû. Danê êvarî saet 17.30’an artêşa TC li qûntarê Mêrgemîra leşker danîn. Gerîlayên me li dijî van leşkeran 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin, 2 leşker hatin kûştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Sorxwîn û Şehîd Medenî hatin lidarxistin.

Di 30’ê Tebaxê li qada Çiyayê Tendurek’ê yê mabeyna navçeyên Ebex a Wan’ê û Bazîd a Agiri’yê, artêşa TC bi tevlîbûna hezaran leşkerî ve operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon ji hêla gerîlayên me ve hat kontrolkirin û piştre jî leşker hatin dorpêçkirin. Li dijî van yekîneyên leşkerî yên dorpêçkirî çalakiyên berfireh hatin lidarxistin û gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Di vê operasyonê de êrîşên bi teknîka zêde pêk hatin, artêşa TC ji bo cenazeyên leşkerên xwe ji qadê derxe serî li gelek hewldanan daye.

Her çikasî medyaya şerê teybet devdora 10 hundahîyên xwe dide ne raste. Encamên rastîyên van çalaki û şeran piştre we be parvekirin

ArtêşaTC  bi hêzekî 50 kesan a leşkeran ve li herêma Mercan a girêdayî Plûr a Dersim’ê kemînan datînin.

Di  2’yê Îlonê de hêzên me yên YJA-Star di saet 01:00’an de li dijî stasyona Turkcell Vodafone-Avea Baz a li gundê Xavûsta yê girêdayî navçeya Şax çalakiya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê stasyona bazê bi tevahî hat îmahkirin.

Di 2’yê Îlonê de saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên ku xwe li girekî navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê bi cih kiribûn, çalakiya serdegirtinê li dar xistin. Li vir 2 gerîlayên me birîndar bûn û tevî hemû mudaxeleyan jî 2 gerîlayên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

cembeli devlet_small

 

 

 

Nasnav: Cembelî Hakaryan
Nav û Paşnav: Devlet Akan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Adile – Abdûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Mêrdîn

 

 

dilxwaz husnu_small

 

 

 

Nasnav: Dilxwaz Botan
Nav û Paşnav: Husnu Kolanç
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Şerîfe – Kasim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Mêrdîn

 

 

4 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG