Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 3'ê Îlonê de saet di 16:00 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li keleha Ertûş’ê ya li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê barandin. Piştî bomberdûmanê li keleha Ertûş’ê saet di 18:00 de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin. Li dû çalakiyê, helîkopterên Kobra li qada çalakiyê xistin. Piştî vê êrîşê, artêşa TC hewl da bikeve nava keleha Ertûş’ê û careke din şer derket. Di vî şerî de derbên xurt li yekîneyên leşkerî hatin xistin û 14 leşker hatin kuştin. Piştî vê derba giran, balafirên şer careke din bombe li keleha Ertûş’ê û derdora wê barandin.
Di êrîş û şerê li vir de 5 gerîlayên me şehîd bûn. Bomberdûmana ji aliyê balafirên şer ve hat kirin, heta saet 00:00 dewam kir.
Di 5'ê Îlonê de saet di 04:00 de, şer li dora girê Şehîd Newal giran bû. Artêşa Tirk a li vir kuştî da, bi tank û topan li herêm da. Ev bomberdûman hê jî dewam dike.
Sibeha 4'ê Îonê, hêzên me yên li girê Guvenlîkê, li hemberî leşkeran çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Ji dema destpêkirina operasyona li Çelê û vir ve, pêwendiya me bi yekîneyeke me ya gerîla ya li girê Şehîd Newal qut bûye.
Di roja 4'ê Îlonê de saet di 16:15'an de, hêzên me li taxa Ecevît a li navenda navçeya Pîlemûr’iyê ya Dersîm’ê bi çekên ferdî li wesayîteke zirxî ya li dewriyê digeriya, dan. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndarkirin, zelal nebû.
Di 4'ê Îlonê de saet di navbera 12:30-14:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeyên Gundê Remo, Gundê Bakirman û Deşta Nehlê ya li herêma Garê ya ser bi Herêmên me Parastinê yên Medyayê, barandin. Ji ber vê bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.
Di 4'ê Îlonê de saet di 18:00 de, gerîlayên me li herêma nabera gundên Nevafil û Vestan ên li Kerkûk’ê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
5 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG