HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Operasyona artêşa TC a ku ji 30’ê Tebaxê ve li qada Ertûş a li herêma navçeya Çelê ya Colemêrg’ê dane destpêkirin, hê jî dewam dike.

Di 5’ê Îlonê di danê sibehê de hêzên me li dijî leşkerên TC ên xwe li derdora girê Şehîd Newal bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Li vir kêmanî cenazeyê 10 leşkeran hene. Dijmin kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Kobra ve 2 caran ji qadê rakirin. Di şer de ku 4’ê Îlonê li qada Ertûşê rû da, 4 gerîlayên me bi şerekî lehengî şehîd bûn.

Di 5’ê Îlonê saet 11.00’an dema wesayîteke leşkerî ji Çelê ber bi qereqola Şkêr diçû, hêzên me ew şopandin û bi çekên giran lê dan.

Di 5’ê Îlonê de saet 17.00-17.30’an hêzên me bi topên hewanê li dijî Tûgaya Çelê çalakiyek li dar xistin. 5 helîkopterên Skorsky ên li pîsta helîkopterê kirin hedef û di encamê de 3 helîkopterên Skorsky îmha bûn, 2 helîkopterên Skorsky jî derbe xwarin. Her wiha, gelek roketên hewanê li avahiyan ketin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Dûvre tûgayê qadên derdor bomberdûman kir.

Di 2’yê Îlonê de hêzên me li ser girekî Kerboran a Mêrdîn’ê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi gelek wesayitên zirxî û bi piştevaniya cerdevanên Mîdyad’ê kemînan datînin.

Di 5’ê Îlonê de saet 18.15’an gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî çalakî birin ser qereqola Hêşetê ya Berwarî ya Sêrt’ê. Hin leşkerên ku xwestin tankê bişixulînin derb xwarin, hin leşker hatin kûştin û hin jî birîndar bûn. Hejmara li vê derê zelal nebû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de,
di 5’ê Îlonê, derengiya şevê saet 01.30’an hêzên me li dijî qereqola Okçular a Palû ya di navbera Depdepe-Qovanciyanê ya Elezîz’ê de ji du aliyan ve êrîşek li dar xistin. Milê pêşî bi rokêtan li kozika nobetê xistin û 3 leşker hatin kuştin. Milê duyem jî ket nava qereqolê û ji nêzîk ve derbên xurt li leşkeran xistin. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran ên li nav qereqolê zelal nebû. Ev çalakî ji bo ku ji Rêber Apo agahî nehatiye standin, ji bo bîranîna Şehîd Kendal û Şehît Zinar hatiye lidarxistin.

Di 5’ê Îlonê de saet 15.00’an gerîlayên me li ser rêya Amed-Çewlik’ê çalakiyek li dar xistin. Bi ser qemyonekê ku hewl da bireve gerîlayên me gule reşandin, 2 kesên ku di kamyonê de bûn, qemyon hiştin û reviyan. Tespît bû ku ev wesayit a sîxurên dewletê bû û wesayit hat şewitandin.

Di 5’ê Îlonê di navbera saetê 16.30 û 18.00’an de gerîlayên me di navbera Mûş û Pasûr a Amed’ê de, li ser rê çalakiya kontrolê kirin. Ji rêwiyan re têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo agahî hat dayin. Piştî çalakiyê qereqola Şiktikê ya Pasûr’ê bi tank û hewanan bombe avêtin qada çalakiyê.

Di 5’ê Îlonê di navbera 22.40-23.00’an de balafirên şer, girê Koordîne yê Qileban’ê, saet 22.00-23.00’an Girên Şehîd Dîren ê li qada Avaşîn’ê ya Herêmên me Parastinê yên Medyayê, saet 22.30’an heta saet 01.00’ê mintiqeyên Lelîkan û Kanî Qirêj ê Xakurkê bombe kirin.

Di 2’ê Îlonê de artêşa TC’ê operasyon li çiyayê Cûdî da destpêkirin. Yekîneyeke me ya gerîla ya ku ji 3 kesan pêk hatî, di dema operasyonê de bi êrîşên çekên giran şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

avares ferhat_small

 

 

 

Nasnav: Avareş Zagros
Nav û Paşnav: Ferhat Kirmizigul
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Husnu – Abdulmutalîp
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex

 

 

sorxwin zahide

 

 

 

 

Nasnav: Sorxwîn Kiçî
Nav û Paşnav: Zahîde Malgoz
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Fatma – Şemsettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex

 

maskeli foto

 

 

 

 

Nasnav: Baran Serhed Mîrza
Nav û Paşnav: Bunyamîn Kiliç
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Navê Dayik û Bav: Fatma – Kasim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex


6 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG