HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 11'ê Îlonê de saet di 09:30 de, hêzên me li dijî leşkerên li dora Tûgaya Çelê a Colemêrg’ê li hev civiya bûn û avahiyên li nava tûgayê, bi çekên giran çalakiyek pêk anîn . Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Di 11'ê Îlonê de saet di 11:00 de, hêzên me bi RPG-7 û çekên ferdî ji nêz ve li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xistin, ku ev maşîna zirxî tevî konvoyeke leşkerî ji gundê Erbîş ê Çelê diçû herêma Ertûş’ê. Di encama derbên hêzên me de maşîna zirxî îmha bû û leşkerên tê de ji hatin kûştin. Lê belê hejmara leşkerên kûşti nehat zelalkirin.

Hêzên me di roja 11'ê Îlonê de saet di navbera 13:00-13:30 de bi çekên giran li leşkerên li herêma Çeperên Şêxa ya li navçeya Qilaban a Şirnex’ê xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kûştin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe de hêzên me di roja 11'ê Îlonê de saet di 18:30 de li herêma Şerefan a navçeya Elbak a Wan’ê, li çepereke qereqola Bibanê xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa TC li bejahiya Somaniye, Hatay û Dîlok’ê dest bi operasyonê kir. Di roja 9'ê Îlonê, li deşta Hinizr a navçeya Îslahiye ya Dîlok’ê di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket.Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Yekîneyên veşartî yên artêşa TC li sêgoşeya Osmaniye, Hatay û Dîlok’ê kemînan datînin.

Di 11'ê Îlonê de saet di navbera 14:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li girê Hîva yê li herêma Qendîl’ê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin û ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû.

12 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG