HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 14'ê Îlonê, piştî ku li bajarokên Şapatan, Soranser û Serero yên navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê ji bo 3 rojan derketina derve hat qedexekirin, artêşa Tirk bi 8000 leşkeran dest bi operasyonê kir . Di roja 15'ê Îlonê de saet di 20:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li qadên Geliyê Xumarov, Geliyê Tuyê, Şikeftanê û Ahmedbendê xistin. Piştî vê êrîşê, saet di 21:00 de 10 helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn van herêman.

Di 16'ê Îlonê de saet di navbera 06:00-06:30 de hêzên me li girên Tisê, Mirava û Soranserê, li dijî leşkerên artêşa TC ên di nava tevgerê de bûn, çalakiyên sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Di roja 17'ê Îlonê li Dola Apociyan a li Şapatanê, li dijî leşkerên ku hewl didan dorê li hêzên me bigirin, çalakiyek hat lidarxistin. Hêzên me xwe berdan nava leşkeran û derbên xurt li yekîneyên dijmin xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn zelal nebû.

Di 17'ê Îlonê, komek ji leşkeran tevî maşînên zirxî hewl dan bikevin nava geliyê Tisê. Li ser vê yekê, gerîlayên me ji 4 aliyan ve dor li leşkeran girtin û derbên xurt li wan dan. Baskê yekemîn li leşkerên ku koordîneya operasyonê jî di nav de bû xist. Li vir 5 leşker hatin kuştin. Baskên din ên çalakiyê jî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder û leşkerên din hedef girtin. Di encamê de derb li maşîna zirxî hat xistin; 2 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mayî jî xwe ji herêmê vekişandin.

Ji kêliya destpêkirina operasyonê û heta roja îro, artêşa TC bi obus, hawan û tankan herêmê bombe dike. Di roja 18'ê Îlonê beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandine. Hêzên me li vê qada operasyonê dest danîn ser 500 fîşekên çeka M16, 3 şarjorên wê, bêtêleke biçûk, guleyek bombeavêjê û hin kel û melên leşkerî. Di şerê vê operasyonê de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

Di 17’ê Îlonê de saet 10.00’an gerîlayên me li dijî Tabûra Komando ya li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 18'ê Îlonê hêzên me saet di navbera 14:00-14:30 de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girê Şehîd Cîhat ê Çelê bi cih bûn, bi hawanan çalakiyek pêk anîn. Lê bele hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 17'ê Îlonê de saet di 09:00 de, komek ji gerîlayên me, dema li mintiqeya Girkê Omerya yê navçeya Qilaban a Şirnex’ê bi erka xwe radibû, li leşkerên artêşa TC rast hat. Li ser vê yekê şer derket. Di vî şerî de leşkerek hat kuştin. Gerîlayên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

Di 18'ê Îlonê de saet di 10:30 de hêzên me bi çekên ferdî û navîn li girê parastina Tûgaya Şirnex’ê dan. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 18'ê Îlonê de saet di 00:45'an de gerîlayên me li rêya navbera gundên Bilbes û Guanse yên Elkê, li dijî leşkerên bi peydatî di rê de bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê herêm bi hawan û obusan hat bombekirin.

Di êvara 17'ê Îlonê de komek ji hevalên me yên YJA Starê, ku li derdora navçeya Çewlik Dara Hênê bi erka xwe radibûn, ji aliyê qereqola Sûveren ve hat dîtin û li ser vê yekê operasyon hat destpêkirin. Li dijî hêza vê operasyonê saet di 08:40 de gerîlayên me çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Hin kontra jî tevlî vê operasyonê bûn. Hemara leşkerên di vê çalakiya sabotajê de hatine kûştin nehat zelalkirin. 2 leşker û 2 kontra birîndar bûn. Di encama çalakiyê de her wiha zerar li şiba trenê bû.

Di 17'ê Îlonê de saet di 06:00 de, li dijî Tabûra nobed li ber bendava Pîran’ê ya Amed’ê digirt, bi roketan û çekên ferdî çalakî pêk hat. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Ambûlansan kûştî û birîndar rakirin nexweşxaneya Pîran’ê.

Di 16'ê Îlonê, li geliyê Tûzlûca yê li navçeya Pulur a Dersîm’ê di navbera tîmeke me ay gerîla û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de leşkerek hat kuştin. Tîma me ya gerîla piştî vî şerî bi rengekî serketî ji herêmê derket.

Artêşa TC ev demeke leşkeran li qereqolên Geyîksûyû û Alborî yên li navenda Dersîm’ê dicivîne. Li vê derê amadekariya operasyoneke berfireh tê kirin.

19 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG