HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Vegotina herî hêja a dîroka me ya têkoşînê, xeleka şehîdan e. Hevalên me Şiyar Eleşkîrt (Enver Gorduk), Şervan Sason (Ferhat Kaya) û Rojhat Kurdistan (Cîhan Bûlût) li vê xelekê zêde bûn . Tevî xemgîniyê, em serbilind in ku hevrêyên meşvanên azadiyê ne. Dîroka me ya têkoşînê dîrokeke bi heybet e ku van lehengiyên destanî roj bi roj dafirîne.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne:

rojhat cihan_small

 

 

 

Nasnav: Rojhat Kurdistan
Nav paşnav: Cîhan Bûlût
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Saîbe-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2016 / Mûş

 

 

servan ferhat_small

 

 

 

Nasnav: Şervan Sason
Nav paşnav: Ferhat Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Felek-Beşîr
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Îlona 2016 / Dîlok

 

 

siyar enver_small

 

 

 

Nasnav: Şiyar Agirî
Nav paşnav: Enver Gorduk
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hanim-Mûhlîs
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Tebaxa 2016 / Qers

 

 

Hevalê Şiyar Eleşkîrt (Enver Gorduk) ku di sala 1969'an de li navçeya Zêdkan a Agiri’yê ji dayik bû, weke yek ji bi hezaran Kurdistaniyan bû, ku ji ber xizanîkirina civaka me neçar ma biçe Ewropayê. Di demeke kurt de fêhm dike ku jiyana rast û nû li nava sîstema Ewropayê nîne; ew jiyan bi ked û hewldana civakî ya di nav de mezin bûye dikare bê afirandin. Û têkoşîna me ya azadiyê nas dike. Dema nas dike, ruhekî ku jiyana xwe di oxira wê de feda bike, xwe berdide kûrahiya dilê wî. Û tevlî nava refên şoreşê dibe.

Taybetmendiyên şexsiyeteke qewîn a ku di nava şert û mercên zehmet ên jiyanê de lê afirîn, nêrîneke kûr da hevalê Şiyar. Agahî û tecrûbeya têkoşînê ku li taybetmendiyên kesayetiya xwe zêde kir, bû sedem ku di rêya milîtanbûyînê de gavên xurt bavêje. Ji ber vê kûrbûna xwe, hevrêyên wî jê re digot hevalê Qale ku tê wateya mirovê zana. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, sade, dilnizm û fedekar, ji bo hevalên xwe yên têkoşînê bû hevrêyekî pê bawer û rêzdar.

Fermandar Şiyar li eyaleta me ya Serhed’ê ku di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e, ji aliyê rêxistinbûyînê ve bi erkeke mezin rabû. Da ser şopa Ahmet Kesîp, Ahmet Tosûn, Dr. Agît, Alî Dirêj, Pîro, Sîdar û Cemîlan û bû hevrêyên wan. Hevalê Şiyar di heman demê de dengbêjek bû û bi bedewiya dengê xwe, têkoşîna xwe bi rêya hunerê jî dimeşand. Ew şagirtekî baş ê Şakiro, Ahme Mome bû. Di heman demê de ev kevneşopî digihand siberojê. Hevrê Şiyar, kevneşopiya xurt a Serhed’ê bi milîtaniya partiyê mezin kir, têkoşîna xwe bi coşeke mezin meşand û bû xwedî sekneke bi biryar û mînak.

Hevalê Şervan ê li Sêrt’ê tevlî nava refên şoreşê bû û hevalê Rojhat ê li Amed’ê beşdarî nava têkoşîna me bû, bi taybetmendiyên berxwedêrî yên ciwanên Kurdistan’ê, ku bi têgihiştineke kûr a welatparêziyê hatibûn zexmkirin, cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Li dijî her şêwe jiyana qirêj a modernîteya kapîtalîst, ew li dora jiyana rast û azad civiyan û tevlî nava refên gerîla bûn. Piştî perwerdeyê ev hevrêyên me ji her wezîfeyê re amade bûn. Dema bi erka xwe radibûn tevlî karwanê şehîdan bûn.

Şehîd Şiyar, Şervan û Rojhat ku ruhê berxwedanê û sekna bêeman a şervaniyê di nava taybetmendiyên milîtaniya Apoyî de afirandin, bûn xwedî meşeke bi biryar. Em her sê hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê erkên dîrokî yên wan dewrî me kirine di meşa serketinê de bi ser bixînin û dilsozê bîranîn wan bin.

20 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG