HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Operasyona artêşa Tirk a ku li herêma Mêrgezerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin hê jî dewam dike.

24’ê Îlonê de saet 17:30’an de gerîlayên me li dijî yek ji 2 baskên operasyonê çalakiyekî ya kemînê li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi çekên giran, ferdî û RPG 7 lêxistin. Li vir jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Şerê ku ji 25’ê Îlonê (îro) ve li herêmê hatibû destpêkirin hê jî bê naveber dewam dike. Her wiha helîkopterên Kobra jî li herêmê bombe dikin; li ser bersivên xurt ên yekîneyên me helîkopter bi neçarî ji qadê vekişiyan. Di şerê li vir bi zelalî 2 leşker hatin kuştin.

Di çarçoveya hemleya şorşgerî ya Şehîtd Arnos de; di 24’ê Îlonê de saet 10:20’an de gerîlayên me li dijî qerqola Bêzokê a li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê ji 2 baskan ve çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî pir xurt bi çeka A-4 li çeperan hatin xistin. Her wiha kon, konteyner û depoyên cebilxaneyê yên li qereqolê de bi awayekî pir xûrt hatin lêxistin. Li vir agir bi kon û konteyniran ketin; depoya cebilxaneyan jî hat teqandin û îmhakirin. Şewata ku di qereqolê de derketî heta saet 16:00’an jî dewam kir.

Di 21’ê Îlonê de saet di navbera 09:00-10:30’an de gerîlyên me li ser rêya nêzî gundê Dawûşa ya di navbera Çelê- Colemêrg’ê de çalakiya kontrolkirina rê kirin. Di encama kontrolkirina nasnameyan de Çawişên pispor ên bi navê Umît Vicir (Li Balikesîr’ê ji dayîk bûye) û Mevlut Kahvecî (Li Eskîşehîr ji dayîk bûye) û kontrayek ji aliyê gerîlayên me ve hatin girtin. Piştî çalakiyê ji bo ku artêşa Tirk mudaxele bike li herêmê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon bê encam vekişiyaye.Kesên ku hatine girtin û yekîneya gerîlayên me bi saxlemî û selamet gihiştin cihên xwe.

Di 24’ê Îlonê de saet 10:20’an gerîlayên me li dijî wesayîta zirxî ya kirpî ya konvoya leşkerî ya ber bi qereqola Bilêcanê dixwest biçe herêma Ertûş a li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakiyek ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hat derbkirin, têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di 24’ê Îlonê de gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a ku li girê Şehîd Cîhat kom bibûn çalakiyek a bi hewana li dar xistin. Di vê çalakiyê de kepçeyek zirxî hat derbkirin. Disa heman rojê gerîlayên me li dijî qereqola Erîş çalakiyekî bi hewanan li dar xistin; li vir nîzamiye û çeper hatin hedefkirin û lêxistin. Lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyê zelal nehatin bi destxistin.

Di 24’ê Îlonê de saet 10:30’an komek kontra li nêzî gundê Avgamasya a li ser rêya Cizîr-Şirnex xwestin mudaxeleyî yekîneyekî me ya gerîla bike. Li vir di encama bersivdayîna yekîneyên me ya bi çalakiya sekvaniyê de kontrayek hat kuştin. Ev yekîneya me ya gerîlayan bi sax û selametî gihiştin cihên xwe.

Li gundê Kaniya Kaymakam a girêdayî Şirnex’ê kesekî di bin navê şivantiyê de xebatên kontra dikir, tevî hemû hişyariyan,ev kesayet karê xwe dewam dikir. Li ser vê yekê 20’ê Îlonê gerîlayên me ew kes ceza kir.

Di 24’ê Îlonê gerîlayên me li dijî leşkerên ku li qerqola Elfhan a girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîn çalakiyekî ya sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 20’ê Îlonê de saet 17:00’an de gerîlayên me yên YJA-Star li dijî Stasyona Baz a Înternetê ya li gundê Rekava ya girêdayî navçeya Peyîzava ya Wan’ê çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de stasyon hat îmhakirin.

Di 24’ê Îlonê de saet 17:00’an gerîlayên me yên YJA-Star li dijî stasyona bazê û jeneretor a aîdê Turk Telekom a li herêma Dihê ya girêdayî Peyîzava ya Wan’ê çalakiyek li dar xistin û ev stasyon hat  îmhakirin.

24’ê Îlonê di saet 14:00’an de gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ji berê de li girekî yê li navbera Bedlîs-Hewlê bi cih bibûn bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Li vî girî dema ku wesayekî sivîl li nava leşkeran de bû gerîlayên me bi çaka RPG-7 lêxist. Her wiha gerîlayên me li çeperên li gir jî kirin hedef û bi xurt lêxistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

Li gundê Agveren ê girêdayî navçeya Xozat a Dersim’ê di saet 09:00’an de dema ku komek gerîlayên me diçûn erka xwe li ser rê rastî leşkerên Tirk hatin li ser vê yekê şer derket. Di encama şerê li vir de gerîlayekî me şehîd bû. Dema ku nasnameya gerîlayê me yê ku şehîd diyar bû em ê bi raya giştî re parve bikin.

25 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG