HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 25'ê Îlonê de saet di 15:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li girê 'Genîş' ê ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê bi cih bûbûn, çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin .

Di 25'ê Îlonê saet di 17:00 de, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ji Çelê diçû navenda Colemêrg’ê, li nêzî gundê Dawuşa çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra îmha bû û 6 leşker hatin kûştin, yek jî birîndar bû.

Hêzên me roja 25'ê Îlonê saet di 13:00 û 16:30 de hawan avêtin qereqola Êriş ya li navçeya Çelê. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

Operasyona artêşa TC a li qada Mergêzerê ya navçeya Gever a Colemêrg’ê, dewam dike. Di roja 25'ê Îlonê de saet di 15:30 de, artêşa TC bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî ser girên Bayê. Heman rojê saet di 16:00 de li vir şer qewimî û leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de, di roja 25'ê Îlonê de saet di 12:00 de li herêma navbera navçeyên Serav û Qelqelî yên Wan’ê, li dijî treneke bar a kelûmelên leşkerî dibir, hêzên me çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de gelek vagonên trenê îmha bûn û li gelekan şewat derket.

Di 25'ê Îlonê de saet di 17:00 de hêzên me bi çekên giran li tabûra Hespistanê ya li navçeya Elbak a Wan’ê dan. Di vê çalakiyê de avahî û kûleyên li herêmê hedef hatin girtin û derbên xurt li wan hatin xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Hêzên me di roja 25'ê Îlonê de saet di 06:30 de li dijî leşkerên li ser rêya Kiryareş-Gitê ya navçeya Silopi’ya ya Şirnex’ê kontrola rê dikirin, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di ve çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi desteka cerdevanan li herêmê dest bi operasyonê kir. Operasyon saet di 12:00 de bi rengekî binketî, qediya.

Di roja 25'ê Îlonê, artêşa TC li qadên Kulanê, Baska, Karahamza, Baglo û Çirajêr ên li navçeya Gimgim a Mûş’ê dest bi operasyonê kir.

Di 21'ê Îlonê, li qadên Xidsor û Kawî yên li navenda Semsûr’ê, artêşa TC operasyonek da destpêkirin. Operasyon roja 23'ê Îlonê qediya. Liv û tevgera yekîneyên veşartî yên li herêmê dewam dike.

Hevalên me Dîren (Zehra Polat), Medya (Şîlan Ozdemîr), Nûda (Şîrîn Atiz), Rewşen (Ûmmû Cîhat Atli) û Viyan (Fadîle Işik) ên dan ser şopa Sema û Zîlanan û dest bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kirin, li gelek qadên têkoşîna me ya berxwedanê bi erka xwe rabûn.

Li nava refên me, li dijî mêtingerî, zilm û paşverûtiya li Kurdistanê berxwedan rê li ber serketinê, israra azadiyê jî vediguhere hêza afirandina jiyana nû. Her pênc hevrêyên me yên jin ên cihê xwe di nava refên têkoşîna me de girtin, weke gerîlayên YJA Starê bi berpirsyarî û fedekariyeke mezin bi erka xwe rabûn. Hevala me Dîren di meha Gulanê de li Şirnex’ê şehîd bû. Di navbera 2'ê Îlonê û 15'ê Îlonê de hevalên me Medya, Nûda, Rewşen û Viyan li Zagros’ê şehîd bûn. Em her pênc hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatên wan ên hêja re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ji bo bîranîna wan, em ê têkoşîna xwe heta qedandina mêtingeriya li Kurdistanê bidomînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wîha ne:

diren zehra_small

 

 

 

Nasnav: Dîren Îspîrîz
Nav paşnav: Zehra Polat
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zahîde-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2016 / Şirnex

 

 

sehit medya

 

 

 

Nasnav: Medya Çarçella
Nav paşnav: Şîlan Ozdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Medîne-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2 - 15'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

nuda sirin_small

 

 

 

Nasnav: Nûda Cizîrî
Nav paşnav: Şîrîn Atiz
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Yildiz-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 2 - 15'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

rewsen ummu_small

 

 

 

Nasnav: Rewşen Amed
Nav paşnav: Ûmmû Cîhat Atli
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zahîde Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: 2 - 15'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

viyan fadile_small

 

 

 

Nasnav: Viyan Dilara
Nav paşnav: Fadîle Işik
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Meysa-Mehmet Şakir
Dem û cihê şehadetê: 2 - 15'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

26 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG