HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide li Kurdistanê her cure faşîzmê pêş bixe û dagirkeriya xwe ya leşkerî berfirehtir bike, çalakî û êrîşên bersivdayinê yên gerîlayên me HPG’ê didome. Rêya leşkerî ya mabeyna Şirnex-Wan’ê jî ji ber di vê çarçoveyê de tê çêkirin hat hedefkirin .

Ji hêla artêşa Tirk ve ji mêj ve çêkirina rêya leşkerî ya di navbera Şirnex- Wan’ê de berdewam dikir. Artêşa T.C’ê ev rê bi mebesta ku dagirkeriya xwe ya li qada Besta xurt bike û ji bo tabûrên leşkerî herêmên nû yên baregehan ava bike çêdikir. Ji hêla gerîlayên me ve bi ser yekîneyên leşkerî ve di demên cihê de gelek çalakî hatin kirin. Lê bi desteka yekîneyên leşkerî yên ku ji hêla waliyê Şirnex’ê hatibûn peywirdarkirin xebata çêkirina rê berdewam dikir.

Ji bo bîranîna hevrêyê me Bahoz Arya (Adil Brûkîmîlan) û hevalên me yên ku pê re şehîd bûyin, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de, di 26’ê Îlonê ji hêla hêzên me yên gerîla ve operasyoneke şoreşgerî bi ser yekîneyên leşkera ve hatkirin.

Bi ser sirtekî çiyê ve ku di navbera Çelê Nimêja û tûmena Şirnex’ê de dimîne, saet 14.10’an bi çekên RPG-7 û bombeyên destan ji 2 baskan ve çalakiyek hat lidarxistin. Gerîlayên me çeperên li vê derê yek bi yek îmha kirin û hemû çeper bi dest xistin. Hêzên me yên ku bi fedaî bi ser wan de diçûn li van çeperan 17 cinazeyên leşkeran dîtin, dest li ser 5 çekên HK-33, 1 BKC, 1 bombeavêj, 2 dûrbînên termal û 1 dûrbîna bi roj danîn. Her wiha di vê çalakiyê de bi derbên serkeftî gelek çek hatin îmhakirin û parçekirin.

Bi vê çalakiyê re hevdem, hêzên me bi hawanan li tabûra Çelê Nimêja xistin û gelek hawan li tabûrê ketin. Dîsa gelek mekînên kar ên li vê şantiyê derb xwarine û gelek mekîne êdî bûne qerqot ku nema dikarin bixebitin. Piştî çalaliyê artêşa TC’ê bi tofelaqî bi hawanan li derdorê reşand. Berêvarî gelek ambûlans, wesayitên zirxî û sivîl leşkerên kûştî û birîndar rakirin.

Di vê Operasyona Şoreşgerî de hevrêyek me bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Di 26’ê Îlonê de saet 17.00’an li di navbera gundên Kanîspî û Taxikê ya li qada Serêlbakê ya girêdayî Elbak a Wan’ê, dema ku yekîniyeke kontra bi leşkeran re di nav tevgerê de bûn, ketin bin kontrola hêzên me. Hêzên me li gel ku hişyarî da yekîneya kontra jî nesekinîn. Ji bo vê jî gerîlayên me bi çekên ferdî li kontra xistin. Li vir 3 kontra birîndar bû 1 jê birîna wî giran e. Piştî çalakiyê cerdevanên gundê Kanîspî hatin qadê, wesayita kontra hiştin û çûn. Hêzên me dest li ser vê wesayitê danîn. Helîkoptêreke Skorsky ku ji qereqola Kanîspî hat birîndar rakirin.

Di 26’ê Îlonê de saet 09.00’an bi ser wesayiteke leşkerî ya transîtê ya girêdayî artêşa TC’ê dema ku di ser rêya Dêrik a Mêrdîn’ê de diçû çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Ji 11 leşkerên ku di wesayitê de bûn 8 leşker hatin kûştin 1 jê berbaz e, 3 jê bi giranî birîndar bûn. Leşkerên kûştî û birîndar rakirin nexweşxaneya Mêrdîn’ê û Qoser’ê. Ev çalakî ji hêla tîma Tolhildêr a Şedît Kurtay ve ji bo bîranîna şehîdên Şemrexê hat lidarxistin.

 Di 23’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Peşî Kevir ê girêdayî Licê dest bi operasyonekî berfireh kirin. Detayên vê operasyonê wiha ne;

Di 23’ê Îlonê yekîneyên operasyonê bendera Entaq û dever bi giştî hat girtin, leşkerên ku li gundê Kerwas û Licok ên ku xwestin ku bi cih bibin ketin bin konrtola gerîlayên me de. 24’ê Îlonê di saet 06:00’an de li ser vê yekîneya ku hat kontrolkirin çalakiyekî dizî ji 2 baskan ve hat lidarxistin. Di encama lêxistinekî xurt de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê yekîneyên ku bi neçarî li gir hatibûn bicihkirin, di saet 08:15’an de şer derket. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Armanc Xaçek şehîd bû. Artêşa Tirk bi 6 sedeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Li cihê şer û çalakiyê helîkoptera Kobra 4 caran cihê şer bombe kir û helîkopterên Skosky jî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin. Di vê operasyona ku dewletê dixwest gelek encman bi dest bixe, li gel gelek windahiyan bi neçarî dawî li operasyonê anîn û vekişiya.

Nasnameya gerîlayên me wiha ye:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Armanc Xaçek
Nav û Paşnav : Mucahît Koksay
Cihê Ji Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Zubeyde – Ramazan
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed- 24’ê Îlona 2016

 

 

Di 25’ê Îlonê de saeta 18:20’an gerîlayên me yên  YJA-Star li dijî qereqola Gas a li navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiyek li dar xistin. Li vê qereqolê çeperên bin erd, leşkerên ku li ser tankan û kule hatin hedefkirin û lêxistin. Di vê çalakiya ku çend leşker hatin kuştin de, bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê bi tankên li qereqolê herêmên derdor bomberdûman kirin.

Di 26’ê Îlonê de saet 17:00 heta roja îro saet 09:00’an balafirên şer bejahiyên başûrê Mûş’ê bomberdûman kirin.

Di 25’ê Îlonê saetên sibehê de artêşa Tirk li bejahiya Xefasor a girêdayî navçeya Qaziman a Qers’ê dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyona heta 26’ê Îlonê di saetên şevê de bê necam vekişiya.

Ji 23’ê Îlonê ve artêşa TC li ser rêyên Midyat-Kerboran ên Mêrdîn’ê kemînan datîne.

Operasyona ku li herêma Mergezerê ya li navçeya Gever a Colemêrg’ê hê jî dewam dike. Di 26’ê Îlonê saet 14:00-14:30’an û di saet 23:00-00:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk bi obûs û hewanan herêm bomberdûman kirin.

Di 26’ê Îlonê de saet di navbera 21:30-22:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Kartal, derdora gundê Qalatûka û gundê Tûtmê yê li herêma Qendîl a yek ji Herêmên Parastinê ya Medyayê ne bombe kirin.

27 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG