Ji çapemenî û ray giştî re!
Di 24’ê Îlonê li qada Mergezerê ya Gever’ê ya Colemerg’ê artêşa TC’ê operasyonek da destpêkirin. Di nav çarçoweya vê operasyonê de 24’ê Îlonê saet 07.00’an gelek wesayitên zirxî hatin qada gundê Orkê û lêgerîn kirin. Heman rojê saet 17.30’an hêzên me bi ser yekîneyeke operasyonê de bi RPG-7’an êrîş kirin. Li vir hijmara kûştî û birîndaran zelal nebû.
Di 25’ê Îlonê de artêşa TC’ê leşker li gedûka Zeytûna danîn û di navbera saet 05.30’an heta bi 11.00’an şerekî giran çêbû. Di vî şerî de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di dema şer de helîkoptêra bi tîpa Kobra li qadê xist û hêzên me bi çekên giran bersiv dane helîkoptêrê û helîkoptêr ji wir dûr xist. Heman rojê saet 11.00’an û 23.00’an bi balafirên şer, obûs û havanan li qadê hat xistin. Operasyon hê jî berdewam dike. Di operasyonan de 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wê bi raya giştî re were parvekirin.
Di 27’ê Îlonê de saet 08.15’an bi çekên giran êrîş birin ser girê Şehîd Cahîd ê Çelê ya Colemerg’ê, hêjmara kûştî û birîndarên leşkeran zelal nebû.
Di 20’ê Îlonê berê sibehê de artêşa TC’ê operasyonek bi ser qadên Çemçê û Qula de yên girêdayî Kaxizman a Qers’ê de birin. Heman rojê saet 13.00-16.00’an şer çêbû. Di vî şerî de 1 jê çawişê pispor gelek leşker hatin kuştin lê hijmar zelal nebû. Artêşa TC’ê qedemeyekê paş ve vekişiya û bi tang, obûs, hawan û Kobrayan li qadê xist. Di şer de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Artêşa TC’ê di 27’ê Îlonê de saet 19.00-20.00’an bi balafirên şer li qada mintiqeya Lolan a qada Xinêrê ya li Qadên Parastina Medya xistin.
28 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG