HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa Tirk a ku li qada Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê operasyona ku dabû destpêkirin, didome.

Di  28’ê Îlonê de saet 13.30’an balafirên şer mintiqayên Tepê Bayê û Geliyê Şîn bomberdûman kirin. Piştî nîvro saet 15.00’an hêzên me li mintiqa Deriyê Karwana li dijî nuqteyeke ku leşker lê bûn çalakî li dar xistin. Li vir çeperek bi çekên giran û ferdî hat hedefkirin û 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC saet 16.00’an kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê dûr xist. Piştî çalakiyê, artêşa TC heta 29’ê Îlonê saet 02.00’an qad bi obus, hewan û balafirên şer bomberdûman kir.

Di van operasyona de 3 hevalên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin şahadete.

Nasnameyên hevalên me wîha ne:

sehit agir

 

 

 

Nasnav: Agirbaz Rapo
Nav û Paşnav: Ûgûrcan Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Gulhanim – Yalçin
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

 

 

mazlum mazlum_small

 

 

 

Nasnav: Mazlûm Botan Mazî
Nav û Paşnav: Mazlûm Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Cahîde – Mehmet Selîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

 

 

rizgar recep_small

 

 

 

Nasnav: Rizgar Kato
Nav û Paşnav: Recep Cîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Melezhan – Şeyhmûs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

 

 

Di 29’ê Îlonê de saet 01.00’an hêzên me dema mabeyna gundên Çatak û Rûna Rovî yên girêdayî navçeya Gever’ê diçûn ser wezîfeya xwe, bi yekîneyek kontra re hevrû bûn. Tevî hemû hişyariyên hêzên me jî yekîneya kontra cihê xwe neguhertin û şer rû da. Di şer de 3 kontra hatin kuştin. Hêzên me bi awayekî saxlem gihiştin bargehên xwe.

Di 27’ê Îlonê de saet 11.00’an hêzên me li dijî wesayîteke sivîl a ku leşker tê de bûn û ber bi qereqola Bîlîcanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê ve diçû, li nêzî gundê Marûka’yê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtê darbe xwar, ji kendal ket û ruxiya. Piştî bûyerê saet 11.40’an, 4 wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û wesayîta ruxiyayî û cenaze rakirin qereqola Bîlîcanê.

Di 28’ê Îlonê de saet 13.30-15.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî leşkerên ku li ber dîwarê qereqola Marûka ya girêdayî navçeya Çelê kom bibûn çalakî li dar xistin. Li vir 6 leşker hatin kuştin.

Di 28’ê Îlonê de saet 13.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî leşkerên ku li derdora çekên giran ên qereqola Serê Sevê kom bibûn çalakî li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin.

Di 28’ê Îlonê de saet 13.00’an hêzên me 2 kamyonên ku diçûn qereqola Êrîş a girêdayî çelê bi çekên giran derb kirin.

Di 28’ê Îlonê de saet 06.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî yekîneyek leşkerî ya li nêzî kelha Ertûşê çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Dîsa li heman cihî saet 11.00’an hêzên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 28’ê Îlonê de saet 13.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li girê qereqola Korxê ya girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.

Li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me û êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gele me yê Şirnex’ê pêk tîne, di 26’ê Îlonê hêzên me li dijî yekîneyên leşkerî yên li vê qadê operasyonek şoreşgerî dabûn destpêkirin.  Li vir gerîlayên me çibûn ser 17 termên leşkeran û gelek çek rakiribûn. Domahiya operasyona şoreşgerî de hevalê me Canfeda Zanyar (Fevzî Abo) bi şerekî lehengî şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

canfeda fevzi_small

 

 

 

Nasnav: Canfeda Zanyar
Nav û Paşnav: Fevzî Abo
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Xoxe – Xazî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Îlona 2016’an / Şirnex

 

 

Di 27’ê Îlonê de saet 19.30’an artêşa TC li gundên Ewêna û Bakustan ên girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîn’ê operasyonek dabû destpêkirin. Di 28’ê Îlonê de saet 07.30’an li gundê Bakustan mabeyna hêzên me û leşkerên artêşa TC de şer rû day. Têkîldarî operasyonê her ku agahî werin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

Ev 2 roj in artêşa TC li gundên Cengê, Melîxan û Kunavê yên li mintiqa Çalyan a li qada Faraşîn a Colemêrg’ê operasyonek daye destpêkirin.

Di 28’ê Îlonê de saet 14.00-14.30’an balafirên şer derdora gundê Zevê yê girêdayî herêma Zap’ê, 27’ê Îlonê de saet 18.30-22.00’an qada gundên Biyê û Guzê yên girêdayî herêma Garê, her wiha 28’ê Îlonê de saet 12.00-13.00’an qada Deşta Kafya û derdora Şehîdgeha Şehîd Akîf ên li herêma Garê ya li Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.

29 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG