HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 28’ê Îlonê de artêşa TC xwe li qada gundê Serero yê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê bi cih kir .
Hêzên me saet 18.30’an li dijî leşkerên ku li girê qada Serero bi cih bûne, ji 2 baskan çalakî li dar xistin. Baskê yekemîn ji mesafeyek nêz li leşkeran da û 8 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn jî bi çekên giran li leşkeran dan û li vir jî 4 leşker hatin kuştin. Dîsa di çalakiyên sûîqestê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di van çalakiyan de bi giştî 15 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê saet 22.00’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî di şexsê hevalên me Ezda Avesta (Sitî Karatay) û Viyan Dîlara (Fadîle Işik) de ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ên pêvajoya dawî de hatin lidarxistin.

Operasyona artêşa TC a ku 19’ê Îlonê li qadên Geliyê Helena, Geliyê Genavê û Kanî Guzkê yên girêdayî qada Şemzînan’ê dabû destpêkirin, 27’ê Îlonê de bêencam vekişiya.

Operasyona artêşa TC a ku li qada Mêrgezerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê dabû destpêkirin dewam dike.

Di 29’ê Îlonê de saet 06.00-09.00’an artêşa TC bi hejmarek zêde helîkopterên Skorsky ve li qada mabeyna gundê Kadya û derbenda Zeytûna yên girêdayî Gever’ê leşker danîn.

Di 29’ê Îlonê de saet 13.40’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qereqola Tepê Ortê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çeper dikolan, çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 28’ê Îlonê de saet 13.40’an artêşa TC a ku ket gundê Dawûşa ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê, li vir bi tankan li 2 malan dan û xira kirin.

Di 27’ê Îlonê de artêşa TC bi tevlîbûna hêzên çekdar ên ji Şirnex, Wan û Colemêrg’ê, li qadên  Faraşîn, Çalyan, Tilşînê, Kela Cengê, Kanî Bihuştê, Tepê Komando, Gundê Çarçella, Kela Meyrokê, Kela Nix, Kunavê, Melixan, Bêrê Şînê, Tepê Leyzik û Derbenda Gundê Dêrê yên girêdayî Elkê operasyonek berfireh daye destpêkirin. Detayên têkîldarî vê operasyonê wê piştre bêne ragihandin.

Di 29’ê Îlonê de saet 11.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî qereqola Werzikê ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Li vir leşkerek hat kuştin.

Di 28’ê Îlonê de piştî nîvro saet 15.00-17.00’an li ser qada Kerboran’ê pêgera hewayî ya keşfê geriya. Dijmin bi awayekî berfireh leşkeran vediguheze qada Kerboran’ê.

Di 29’ê Îlonê de saet 15.30’an hêzên me li dijî Tabûra li bajarokê Gundikê Melê ya Şirnex’ê 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Silopi’yayê hat lidarxistin.

Ev 3 rojên dawî, artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve leşkeran vediguheze navçeyên Licê, Pasûr û Hezro yên Amed’ê.

Di roja 29’ê Îlonê ev sewqiyat li navçeya Hênê zêde bû. Li van qadan amadekariyên operasyonan tê kirin.

30 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG