Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê Cotmehê de saet 08.00’an hêzên me ji 2 baskan ve bi ser alaya Garê ya Şemzînan Colemerg’ê de girtin; milê pêşî yê çalakiyê bi çekên siûqastê li leşkerên ber aşxanê xistin , li vir 2 leşker hatin kuştin û yek jê birîndar bû. Milê duyem ê çalakiyê jî bi RPG-7 û çekên ferdî li aşxaneyê û li kûleyê xistin. Hejmara kûştî û birîndarên li vir ên leşkeran zelal nebû.
Di 30’ê Îlonê de navbera saet 15.00-15.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi ser qereqola Tepê Çeta a Şemzînan’ê de girtin, hejmara kûştî û birîndaran zelal nebû.
Di 30’ê Îlonê de saet 14.00-14.50’an hêzên me li girê Şehîd Cahît a Çelê ya Colemerg’ê bi ser leşkeran de û dozeran de girtin û bi hawanan êrîş birin ser wan.
Di 30’ê Îlonê de saet 15.00’an hêzên me bi ser leşkerên girê Şehîd Cahîd a Çelê de çalakiyeke siûqastê pêk anîn û 1 leşker hat kuştin.
Di 30’ê Îlonê de saet 08.00’an hêzên me bi ser leşkerên ku li ser rêya Şirnex’ê kontrola rê dikirin çalakiyeke sabotajê pêk anîn, li vir leşkerek û kontrayek hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de di 30’ê Îlonê de saet 13.00’an bi ser leşkerên ku kontrola rê dikirin, li ser rêya Colemerg-Wan’ê çalakiyeke sabotajê hat pêkanîn û 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê rê girt û operasyon da destpêkirin, di heman rojê de operasyon bêencam bi dawî bû. Ev çalakî bersivek bû li dijî operasyona Faraşîn’ê.
Di 30’ê Îlonê de saet 19.00-19.40’an balafirên şer yên artêşa TC’ê li sirtên Dirişkê, Ebûbekira û Şehîd Koçer ên li qadên Garisa a Sêrt’ê xistin. Li vê qadê şerekî demkurt di navbera hêzên me û leşkeran de pêk hat. Di vî şerî de têkiliya me bi 2 gerîlayên me re qut bûye.
Di 27’ê Îlonê de saet 17.45’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser qereqola jenderme ya Hasanbeylî ya Osmaniye’yê de çalakiyeke siûqastê pêk anî. Li vir leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
1 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG