Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Cotmehê danê êvarî de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girê Petrût a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeperek hat ruxandin, 4 leşker jî hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qad da ber çekên giran.
Di 9’ê Cotmehê de saet 19.30’an dema leşkerên Tirk ji qereqola Girê ber bi qûntarên girê Cigerxwîn a girêdayî Çelê derbas dibûn, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir kuştî û birîndarên dijmin hene, lê hejmar nehat zelalkirin.
Di 13’ê Cotmehê de saet 13.00’an dema leşkerên Tirk ber bi girê Şehîd Zekî yê girêdayî Çelê diçûn, hêzên gerîlayên me ew xistin kontrolê û saet 14.00’an ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku ji du baskan hate lidarxistin, bi giştî 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC domahiya 2 saetan qad da ber obus û hewanan.
Di 13’ê Cotmehê danê sibehê de hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên li girê Koordîne çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Di 14’ê Cotmehê (îro) de saet 06.30’an dema nêzî 30 leşkerî mabeyna Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê û tesîsa masiyan diçûn nuqteya asayîşê, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi 5 wesayîtên zirxî, gelek ambûlans û helîkopterek Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin.
Di 13’ê Cotmehê de saet 16.30-17.00’an leşkerên ku hatin mintiqa Kêlik ya navçeya Qileban a Şirnex’ê, qada Deriyê Dawetiya ketober dan ber guleyan. Li ser vê jî gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî bersiv dan û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Çete û Maymûn ên girêdayî navçeya Qileban’ê; qadên Deriyê Dawetiya, Girê Nêriya û girê Şehîd Rênas bi obus û hewanan bomberdûman kirin.
Di 12’ê Cotmehê de saet 16.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku ber bi girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê ketibûn tevgerê, çalakiya sûîqestê li dar xistin û li vir leşkerek hat kuştin.
Di 13’ê Cotmehê de saet 16.00’an komek leşker ên li derbenda Girê Hêliza ya li qada Şehrîban a Şirnex’ê ji hêla hêzên me hatin kontrolkirin û çalakî hat lidarxistin. Li vir leşkerek hat kuştin. Operasyon hê jî li qadê dewam dike.
Li ser rêya Şirnex-Cizîrê, navbera gundên Avkamasiya û Îkîzceyê artêşa Tirk kemînan datîne.
Di 11’ê Cotmehê artêşa Tirk qadên Şehîd Dogan, Şehîd Reşît û Şehîd Ararat ên girêdayî navçeya Giyadîn a Agiri’yê bi obusan bombe kir. Piştî bombekirinê, saet 12.00’an li dijî leşkerên ku operasyona bejahî li dar dixistin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku li qadên Çemçê û Tendurek’ê şehîd bûn, çalakî hat lidarxistin. Di serî de leşker ji 3 baskan hatin kontrolkirin, saet 16.45’an jî çalakiyên kemînê hatin lidarxistin. Di encama çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di encama çalakiyên sûîqestê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Şer cih bi cih heta danê êvarî dewam kir. Ev hewldana operasyonê ku bi giştî 12 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn, hate bêbandorkirin. Piştre qereqolên li nêzî herêmê heta roja 13’ê Cotmehê ev qad bi awayekî dijwar bi obusan bombe kirin. Yekîneya me ya çalakiyê bi awayekî saxlem vegeriya bargehên xwe.
Van 3 rojên dawî, helîkopterên Kobra derdora gundê Sisê yê li qada Peşî Kevir a girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê bomberdûman dikin. Di 13’ê Cotmehê qada mabeyna gundên Helhel û Zengê ji hêla leşkeran bi obusan hat bombekirin.
Operasyona ku artêşa TC di 11’ê Cotmehê li qada Geliyê Xarçik a girêdayî Dersîm’ê dabû destpêkirin, di roja 13’ê Cotmehê de saet 19.00’an bêencam vekişiya.
14 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG