ji çapemenî û raya gîştî re!
Di 28’ê Tebaxê gerîlayên me rêyên qereqolên Tûgaya Şemzînan a di sêgoşeya Katûna, Helena û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê kirin bin kontrola xwe . Li hember wê arteşa TC 2’yê Îlonê ji 2 baskan ji qereqolên Tûgaya Şemzînan û Garê li hember sêgoşeya Katûna, Helena û Garê operasyonek dan destpêkirin. Her wiha saet 07.00’an tevgera helîkopterên Kobra rû da û hêzên gerîlayên me bi çekên giran li wan dan. Helîkopter neçar mane vekişin. Baska yekemîn a operasyona bejahî ketiye herêma ku hêzên gerîlayên me lê ne û pevçûneke demkurt rû da. Li gel operasyona hemwext artêşa Tirk balafirên şer, obus û hawanan sêgoşeya Helena, Katûna û Garê, Girê Genîş û Girê Konserve bombebaran kir. Li hember vê jî gerîlayên me bi hawanan qereqola Garê kirin hedef û bi bandor lê dan.
Di 2’yê Îlonê de di encama keşfa zêde û bomberdûmanê de 7 hevrêyên me şehîd ketîn. Bi sedema pêwendiya me ya bi hêzên me yên li vê herême re qut bû, aşkerakirina hevrêyên me yên gihiştine şehadetê dereng ket.
Armanc û îdealên mîlîtanên me yên pêşeng ên felsefeya jiyana Rêber Apo ya di serî de gelê Kurdistan ji bo tevayî mirovatiyê diyarî ye pêk anîne û di pêkanîna wê de bi fedayî jiyane û têkoşiyane di asta pîroziyê de ye.
Di pêşengtiya hevrêyê me Denîz de hevrêyên me Egîd, Cotkar, Erdal, Hozan, Jînda û Zîlan bi fedakariyeke xurt di berxwedana şoreşê de bi bawerî û bi biryar meşiyane, piştî şehadetên xwe ji hemû mîlîtanên HPG’ê re wezîfeya ji bo biranina wan jiyaneke azad û demokratîk ava bikin û tola wan rakin hiştin.
Nasnameya gerîlayên me yen şehÎd ketîne wiha ye:
Nasnav: Egîd Şax
Nav-Paşnav: Abdullah Keleşoglû
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik-bav: Verdek – Îsmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Cotkar Sîser
Nav-Paşnav: Nasir Sûcaî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Navê dayik-bav: Guzel – Alaaddîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Denîz Farûk
Nav-Paşnav: Mehmet Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Azîze – Azîz
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Erdal Urmiye
Nav-Paşnav: Îsmaîl Dudkanlimîlan
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Navê dayik-bav: Zozan - Huseyin
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Hozan Derîk
Nav-Paşnav: Egîd Suleyman
Cihê jidayikbûnê: Derîk
Navê dayik-bav: Şaha – Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Jînda Sakîne
Nav-Paşnav: Menîce Dîndar
Cihê jidayikbûnê: Maku
Navê dayik-bav: Fatma – Fehîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
Nasnav: Zîlan Tendurek
Nav-Paşnav: Sûltan Tûran
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Sitî - Tahir
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg
10 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG