ji çapemenî û raya gîştî re!
Di çalakiya çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman de li Dêrsimê li hember Qereqola Gazîk û lojmanên wê yên hêzên taybet têde ne gerîlayen me çalakiyen hemwext pêk anîn. Di çalakiyê de 4 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Li navçeya Sûrîçî ya Amedê jî 5’ê Îlonê di çalakiya li hember wesayîteke zirxî de 3 tîmên taybet hatin kuştin 11 jî birîndar bûn.
Li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, tevgera artêşa TC didome. Tevgera balafirên şer ji didome
Di 10’ê Îlonê de saet di navbera 18.00-19.00’an de helîkopterên Skorsky leşker danîne qereqola Tepê Remo.
Ji 9’ê Tebaxê ve rêyên di navbera Colemêrg-Çelê, Gever-Oremar û Gever-Geliyê Doskî di kontrola gerîlayên me de ne. Her wiha ji 4’ê Tebaxê ve rêya di navbera qereqola Bezelê û gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê di kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Di 2’yê Îlonê de saet di navbera 20.00 û 21.00’an de li Taxa Yenî ya li navenda Colemêrgê dema wesayîteke zirxî derbas dibû hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî û bombeyên destan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi awayekî zelal tîmekî taybet hat kuştin. Li vir çekeke M-16, 2 şarjor û dûrbînek ji alîye gerîlayen me ve hatin desteserkirin.
Di 9’ê Îlonêde navçeyên Artemêtan, Westan û Payîzava ji aliyê dewleta Tirk ve wek herêmên ewlekariyê hatine îlankirin, derketina derve hatiye qedexekirin.
LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ ÇALAKÎ
Di 8’ê Îlonê de saet 22.00’an li qada Geliyê Satê ya girêdayî navçeya Şaxo ya Sêrtê li hember îstasyona bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea çalakiya sabotajê hat kirin, îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.
Di roja 9’ê Îlonê de saet 07.45’an li girê Meşkan a girêdayî Colemêrgê, helîkopterek Skorsky dema ku di xwest dakeve, gerîlayên me ve bi çekên giran lê dan û nehiştin dakeve û piştre jî bi çekên giran gir dan ber guleyan. Hujmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştre jî Artêşa Tirk bi obus û hawanan herêma Geliyê Marînos a girêdayî Colemêrge bombe kir. Dorpeçkirina Girê Meşkan berdewam dike.
GERÎLAYEN ME JI BO CIZÎRÊ LI KERBORANÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎN
Di 8 Îlonê de saet 16.30’an hêzên gerîlayên me ji bo bersivdayina komkujiya li ser Cizîrê pêş dikeve li hember wesayîteke zirxî ya tîpa Kobra ya ku ji Midyadê diçû Kerboranê li navbera gundê Deywanê çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû. Di wesayîta îmhakirî de bi zelalî 3 ji Şaxa Têkoşîna bi Terorê re 4 polîs hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê 3 ambûlans, 1 Cornect û wesayîtek cenazeyan hatin mirî û birîndarên xwe girtin. Li derdora ku çalakî pêk hat, operasyon destpê kirin, lê danê êvarî operasyona bê encam vekişiya.
LI ŞIRNEXÊ KONTROLA RÊ
Di 8’ê Îlonê de saetên êvarî di kontrola rê ya li navbera Çeman-Bêşebab a girêdayî Şirnexê de ji girseya hat komkirin der barê xweseriya demokratîk de agahî hatin dayin.
Ev hefteyeke qerqola girê Çelê Nimêja ya girêdayî Şirnexê herêma Bestayê bi çekên giran bomberdûman dike û di encama van lêdana de erazî şewitandiye. Ev şewat hê ji didome.
Ev du roj in artêşa TC li navbera gundên Gûanît û Xêlkan ên girêdayî navçeya Bêşebaba Şirnexê kemînan datînin.
Di 8’ê Îlonê de saet 08.00’an artêşa TC li herêma Kato Heşetê ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê bi alîkariya helîkopterên Skorsky û Kobra leşker danîn û dest bi operasyonê kirin. Operasyon di saet 18.00’an de bê encam vekişiya.
LI ÊLIHÊ SÛÎQEST
Di 6’ê Îlonê de li navenda Êlihê hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn, di vê çalakiyê de leşkerêk serbaz mir .
Di 4’ê Îlonê de artêşa TC li navbera gundên Til Hesen, Bêrmûsê û Bagasê yên girêdayî navçeya Kercosê ya Êlihê dest bi operasyonê kiribû, di 8’ê Îlonê de saet 21.00’an operasyon bê encam vekişiya.
Di 7’ê Îlonê de artêşa TC li herêma Kirekor a girêdayî Îdirê operasyonek destpê kiribû. Ev operasyon bi pêgerên hewayî yên bê mirov û helîkopterên Kobra didome. Dîsa yekîneyên wan ên xwe di erazî de veşartine jî hene.
Di 9’ê Îlonê de saet navbera 11.30-12.30’an û dîsa danê êvarî saet 21.30-22.30’an pêgerên hewayî yên bêmirov li ser herêma Glîdax a Agirî geriyan.
LI HEMBER ALAYA GOLAN JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ
Di 9’ê Îlonê de saet 16.00’an hêzên gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Şervan Varto de li hemberî alaya Golan a li navenda navçeya Golana Erdexanê ji du baskan çalakî pêk anîn. Baskê yekem nîzamiye û yê duyem jî kulubeyên nobetê kirin hedef. Ji ber sivîl li nîzamiyê hebûn ev baska çalakiya xwe pêk nanî. Baskê duyemîn 3 tankên li derdora kulubeyan kirin hedef û bi roketan B-7 bi bandor lê dan. Di tankên ku derbe xwarinê de hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin.
LEŞKERDANÎNA LI TENDUREKÊ HAT ASTENGKIRIN
Di 10’ê Îlonê de saet 09.45’an artêşa TC xwest bi alîkariya helîkopterên Kobra, 3 helîkopterên Skorsky leşkaran deyne herêma Tendurek a Agiriyê. Hêzên gerîlayên me bi roketan li helîkopteran dan û helîkoptera derbe xwar bi lezgînî di nav dûmanê ji qadê dûr ket. Agahiyên ku ev helîkopter ketiye gihiştin destên me lê hê me zelal nekiriye.
Di 5’ê Îlonê de saet 05.00’an tîmek gerîlayên me ji bo bîranîna gerîlayên şehîd û bersiva êrîşên li hember gelê me pêk tê li Taxa Sûrîçî ya girêdayî navenda Amedê li hember wesayîtek zirxî ya tîpa Akrep çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayît hat îmhakirin, ji 14 polîsên tevgera taybet 3 hatin kuştin,11 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê ev tîma me bi saxlemî gihişt baregehên xwe.
Di 9’ê Îlonê de saet di navbera 20.00 û 22.30’an de gerîlayên me yê YJA Starê li rêya Çewlig-Amedê kontrola nasnameyan kirin û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirin.
Di 9’ê Îlonê de saet 20.00’an hêzên gerîlayên me li hemberî îstasyonên bazê yên Vodafone û Trkcellê yên li Kanî Spî ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encam de ev îstasyon hatin îmhakirin.
LI ÇEWLIGÊ HELÎKOPTERA SKORSKY HAT DERBEKIRIN
Di 9’ê Îlonê de saet 20.00’an tîmek gerîlayên me helîkopterek Skorsky a li Kizilagaca Çewligê nizm difiriya bi çekên navîn kirin hedef, helîkoptera derbe xwar ji qadê bi lez dûr ket.
Di 9’ê Îlonê de saet 19.00’an li hember îstasyonek bazê ya Turkcellê ya nêzî Mîrova ya Mercan a girêdayî Erzînganê, saet 22.00’an li hember baz îstasyonên Turkcell, Vodafone û Avea yên girêdayî Çaylan a girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê, hêzên gerîlayên me çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encam de ev îstasyon hatin îmhakirin.
Di 10’ê Îlonê de danê sibê saet di navbera 05.00-09.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li derdora gundê Kûrpîka yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê geriyan. Di heman saetê de helîkopterên Kobra jî qad gulebaran kir.
LI DÊRSIMÊ LI HEMBER QEREQOLA GAZÎK Û LOJMANAN ÇALAKIYÊN HEMWEXT
Di 9’ê Îlonê de saet 19.25'an hêzên gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman ji bo bîranîna Şehîd Brûsk û Şehîd Rêzan li hember qereqola Gazîk û lojmanan ên ku polîsên tevgera taybet têde çalakiyek hemwext pêk anîn. Baskê yekemîn ê Tîma Tolhildana Şehîd Bahoz ji 20 metran 2 polîsên tevgara taybet ên li pêşiya wesayîta Akrep disekinîn û 2 polîsên di hundirê wesayîtê kirin hedef. Di vir de 2 polîs hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Dîsa li hember wesayîtek Akrep a 50 metreyî dûr bi roketan B-7 çalakî pêk hat, di vê wesayîta hat îmhakirin de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Baskê duyemîn ê Tîma Şehîd Destan polîsên li lojmana kirin hedef û bi zelalî 2 polîs kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê polîs derdora xwe rasterast gulebaran kir û bi 15 wesayîtên zirxî rêyên derdora Taxa Gazîk girtin. Bi helîkoptera Skorsky û ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakirin.
SEROKÊ RÊXISTINA NAVÇEYA MAZGÊRDÊ YÊ AKP’Ê HAT BERDAN
Serokê rêxistina navçeya Mazgêrdê yê AKP’ê-Dêrsim di 29’ê Tebaxê de hêzên gerîlayên me binçav kiribûn. Di 9’ê Îlonê hêzên gerîlayên me teslîmî heyeta ku ji kesên endamên Komaleya Mafên Mirovan û parlamenterên HDP pêk tê kirin. Serokê rêxistina navçê got êz ê ji AKP’ê îstîfa bikim. Dema me wî teslîm kir hin derdorên çapemeniyê jî li wir amade bûn.
Di 9’ê Îlonê de saet 18.00’an hêzên gerîlayên me îstasyonek bazê ya li gundê Xaçitê ya girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê bi çalakiya sabotajê îmha kirin.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûr di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Balafirên şer ên artêşa Tirk li gundên Qendîl û Avaşînê xistin
Balafirên şer ên Tirk duh li gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Slort ê li qada Mamreşo yê Avaşînê xistin.
Her wiha ji qereqolên li ser sînor, bi obus, hawan û tankan qadên gerîlayen me bombekirin.
Di roja 9'ê Îlonê de saet di navbera 06:00-16:00 de li ser herêma Qendîlê, saet di navbera 14:00-20:30 de li herêma Zap û ser sînor, saet di navbera 13:00-14:00 û di 10'ê Îlonê (îro) saet di navbera 03:00-05:00 li herêma Garê, 10'ê Îlonê saet di navbera 08:00-12:00 de li herêma Heftanînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.
Di roja 9'ê Îlonê de saet di navbera 16:30-17:30 de li ser herêmên Qendîl, Xakurkê û Xinêrê balafirên şer geriyan.
Di 9'ê Îlonê de saet di 16:30 de balafirên şer ên artêşa TC, qada gundê Bolê ya herêma Qendîlê bombebaran kirin. Ji ber bomberdûmanê malên li gund xisar dîtin.
Di roja 8'ê Îlonê de saet di 06:00 de, gundê Slort ê qada Mamreşo ya Avaşînê ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC ve hat bombekirin.
Di 9'ê Îlonê de saet di navbera 18:00-19:00 de qereqola Tepê Remo ya li navçeya Colemêrg Geverê, obus û hawan avêt qada Geliyê Dostkî.
Di 9'ê Îlonê de saet di navbera 20:30-21:30 û di 10'ê Îlonê de saet di navbera 08:00-08:30 de Girê Sîvrî yê ser bi qereqola Bezelê; qada Girê Sor û qereqola Oremarê jî di 9'ê Îlonê de saet di navbera 07:30-08:00 de qada Şehîd Gafûr bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.
Di 9'ê Îlonê de saet di navbera 17:00-17:30 de qereqolên Serê Sevê û Êrîş ên li herêma Zapê qadên Latê Kewa û Nerwa, saet di navbera 17:30-18:00 de qereqola Bilicanê qada Kepê Mirîşka bi obus, hawan û tankan bombe kirin.
Di roja 9'ê Îlonê de saet di navbera 10:00-11:00 de bi desteka balafirên keşfê ji qereqolên Bespîn û Gurya yên navçeya Sirnex Silopiyayê, bi obus û hawanan gundê Remo yê Şirnexê bombekirin.
10 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG