Ji gelê me û raya giştî re!
Dewleta tirk û hukumeta AKP'ê ji ber hişmendiya wê ya kurdan înkar û îmha dike, pirsgirêka Kurd bê çareserî hiştiye, li beramberî êrîşên tunekirinê yên li dijî Rêber APO, Gelê me û Tevgera me pêş xistiye, ev demeke bi şerê gel ê şoreşgerî ya ji bo azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi pêvajoya çareşeriyê berdewam dike. Li gor pêvajoya çareseriyê tekoşîna aktîf ya gerîlayên me û pêngava me ya şoreşgerî bilind dibe û berdewam dike, tekoşîn derxistiye asta herî jor û Gelê Kurd nêzî azadiyê kiriye.
Herî dawî di 19'ê Hezîranê de bi tevgera şoreşgerî ya li Oramar û Şitazinê şerê me ketiye konaxeke din. Konaxa em tê de ne, di terz û tektîkê gerîla de nûbûnekê, ji bo avakirina herêmên di bin kontrola gerîla de, dîsa di 23'ê Tîrmehê de Operasyona Şoreşgerî ya li Şemzînanê ji bo kûrkirina pêngaveke bi vî rengî û ji ber li vê herêmê hîn jî pevçûn berdewam dikin, rastiyan li ber çavan radixîne.
Di 4'ê Tebaxê de êvarî ji bo bilindkirina pêngava gerîla û ji bo gihîştina serkeftinê, gerîlayên me li Çelê û derdora wê tevgereke şoreşgerî lidarxistine. Di vê tevgera şoreşgerî de di serî de rêhevela me Jîn tevî giran birîndar bibû jî, bombeyên xwe li xwe pêçanye û bi ruheke fedaî çûye ser dijmin û xwe di wan de teqandiye. Ev tekoşîneke mezin a ruhe fedaî derxistiye holêye.
Gerîlayên me jî beriya niha gelek caran di astên cuda de bi vî rengî ruhê fedaî nîşan dane û çalakiyên berfireh derxstine holê. Ev pêngava şoreşgerî ji bo tolhildana Rêheval Arjîn Garzan a li Garzanê li gel 15 rêhevalên me yê jin û Şehîd Mahîr Başkale yên li Çewlikê li gel hevalên şehîd ketiye hatiye ldiarxistin.
Di vê tevgera e ya şoreşgerî de li gel Rêheval Jîn 13 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Ev ruhê fedaî wendahiyên giran daye dijmin. Ev asta rêhevalên me yê şehîd canê xwe dane û ava kirine, asta pêşketina şerê me û ji bo konaxa çareseriyên tengav bike û me bi awayeke berbiçav ber bi azadiyê bibe derxistiye holê.
Dewleta tirk û hukumeta AKP'ê divê vê baş bizanibe, her gerîla û ciwanên Kurd bi ruhê tolhildanê heta asta şehîdên me gihandine bigihîjînin serkeftinê wê tekoşînê bilind bikin û li ser vê bingehê em ê jî bîranînên şehîdên xwe ji herdemê bêhtir bidin jiyin. Em soza vê yekê ji gelê xwe û derdorên demokratîk re didin.
Rêhevalên me yê di 4'ê Tebaxa 2012'an de di tevgera şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Şehîd Mahîr Başkale de gihîştine şahadetê; (Em ê nasnameya çar rêhevalên xwe yê din dema zelal bû ragihînin)
Nasnav: Jîn Jîn |
|
Nasnav: Viyan Penaber |
|
Nasnav: Evindar Beri |
|
Nasnav: Şiyar Tatvan |
|
Nasnav: Şahin Serhat |
|
Nasnav: Zerdeş Amanos |
|
Nasnav: Karwan Halaç |
|
Nasnav: Firat Seydo |
Nasnav: Botan Maku |
|
Nasnav: Argeş Delila |
Dîsa em ê nasnameyên 4 hevalên xwe yê şehîd ketine ji raya giştî re dema zelal bû eşkere bikin.
7 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê