Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Tebaxê de li Mêrdînê di navbera navçeya Nisêbînê û Gundê Kertwênê li dijî Xeta lûleyan a petrolê ya Kerkurk-Yumurtalikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo zirar li zevî û erdê gundiyan neyê xeta lûleyan nehatiye şewitandin lê bi giranî di vê xetê de zirar dîtiye.
2. Di 8'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li nêzî Qereqola Gundê Gurinê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî bi qasî saeteke termê vî leşkerî li erdê maye rakirine Nisêbînê.
3. Di 8'ê Tebaxê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Gostê, Kurê Mizgeftê û herêma Ewliyayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de li dijî Neqeba Masîro, Navserên Garê, Girê Konservê û Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Di encama pêvajoya serweriya gerîlayên me ya 17 rojan berdewam dike de agahiya şahadeta 5 hevalê me yê din gihîşt ber destê me. Wê di demeke kurt de nasnameya hevalên me yê şehîd were eşkerekirin.
4. Di 8'ê Tebaxê de li navenda Şirnexê li herêma Niyarê li dijî kargeha kevira ya Weysî Şahînê ji bo Fermandariya Tumena Şırnexê dixebite, ewlekariya wê ji aliyê leşkeran ve tê girtin û xebatên leşkerî birêve dibe, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di şantiyê de dozerek, kemyonek û wezayiteke kevirşikêrek bi şewatê hatiye rûxandin.
5. Li navenda Colemergê Nebî Erolê li gundê Kotranûsê cerdewanî û sîxuriyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Ev kesê lêpirsîna wî qediyaye, li ser sonda dest ji cerdewanî û sîxurtiyê berde, çeka wî hatiye desteserkirin û serbest hatiye berdan.
6. Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî 19 baregehên leşkerî yên artrêşa dagirker a tirk ku ji aliyê gerîlayên me ve operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin, di konaxa yekemîn de ji bo raya giştî agahî hatibû dayîn. Di vê operasyonê de 10 kaleşnîkof, 2 MG3, 5 G3, 4 HK-33 Çeka Melez, 20 cercorê van çekan, cîhazeke termal a biçûk û mezin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Herweha 7 panzer, wesayiteke kîrpî, 2 çeka A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 G3 , 10 telefon û gelek alavên leşkerî hate rûxandin.
Gerîlayên me di navbera 7-9 Tebaxê de di konaxa duyemîn tevgera şoreşgerî de di çarçoveya konaxa duyemîn de li dijî baregehên leşkerî yên cûna hin çalakî hatine lidarxistin.
Di 7'ê Tebaxê de di saet 07.30'an û di 8'ê Tebaxê di saet 12.00'an de du caran li navçeya Çelêya Colemergê de li dijî baregeha leşkerî ya Girê ji aliyê gerîlayên me ve çalakî hatine lidarxistin. Di encama vê çalakiye de 3 çeper û dûrbînek nîco hatiye rûxandin.
Di 8'ê Tebaxê de di saet 06.30'an de li navçeya Çelê li dijî du girên cûda yên Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayen me ve hemwext bi awayeke bandar hatiye lêdan.
Di 8'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de li Çelê di encama çalakiya li dijî Qereqola Şikêr hate lidarxistin de panzerek hate rûxandin, herweha hemwext li leşkerên nizamiye jî hatiye lêdan.
Di 9'ê Tebaxê de (îroj) di saet 06.30'an de li dijî Tabûra Êrîşê, di saet 08.00'an de li dijî Qereqola Serê Sêvê Û Karataşê çalakiyên hemwet ên hate lidarxistin hîn jî berdewam dikin.
Di encama van çalakiyên hatine lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di derbarê encamên çalakiyan de her ku agahî bigihêjin dest me wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Li herêmê hîn jî kontrola gerîlayên me berdewam dike. Dijmin ne ji hewa ne jî ji bejahî tu mudaxele nîne. Lê bi navber li hin deveran bi hewan û obusan bombebaran dike.
9 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê