HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê ji aliyê gerîlayên tevgera hatibû destpêkirin, di vê çarçovê de 3 çalakiyên din hate lidarxistin. Di 7'ê Tebaxê de di saet 19.20'an de li navneçaya Şemzînanê li dijî Qereqola Harûna ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de gelek avahî û çeper bi awayekî bi bandor hatiye lêdan, kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin.

Di heman rojê di saet 08.30'an de li dijî karwaneke dijmin a dixwest ji Rûbarokê ber bi Şemzînanê ve biçe, di navbera Gundên Şapata û Hordinê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî vê çalakiyê karwan heta derengê şevê nekarî ji herêmê dûr bikeve. Cardin ji aliyê artêşa dagirker a tirk him cihê çalakiyê him jî derdora wê bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di 7'ê Tebaxê de li nêzî Gundê Şapata ya bi ser Şemzînanê ye li dijî leşkerên leşkerên parastina îstesyona radyolînkê digrin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bombebaran kiriye.

Bombebaranên artêşa dagirker a tirk hîn jî li vê herêmê berdewam dikin. Di 7'ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Çiyayê Gorsê, Navserên Ewliya û Neqeba Ewliyayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer erîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Heman herêm ji 7'ê Tebaxê ji saet 12.00'an heta 8'ê Tebaxê (îro) saet 06.00'an bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 7'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-18.30'an de l inavçeya Gevera Colemergê li dijî 5 helîkopterên skorskyan ên ji qereqolên Oramar û Şitazinê re leşker û cebilxane vediguheztin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke skorsky derbe xwariye yên din jî naçar mane ji herêmê dûr bikevin.

3. Di 7'ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li Şirnexê li ser riya Beyşebabê û Mezrayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatiye kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Piştî kontrola rê helîkoptereke kobra ya artêşa dagirker a tirk ku dixwest were mudaxeleyê, di navbera Germavê û Qada Sîneklî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, û derbe xwariye. Herweha panzerek ji bejahî xwestiye mudaxele bike, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitn, ev panzer jî hatiye lêdan û derbe xwariye. Di van çalakiyan de ya hatiye zelalkirin herî kêm 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

4. Ji 7'ê Tebaxê ji saet 05.00'an heta 8'ê Tebaxê (îroj) saet 12.00'an li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Geliyê Zap, Hînê, Helwesîs, Garê, Çiyayêreş û Gundê Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li daristanên Hînê û Helwesîsê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

8 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê