Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 06.00-09.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê bi 4 helîkopterên skorsky ên Artêşa TC’ê leşker li Latê Kewa, Bilican û Girê hatiye weguheztin. Li herêmê amadekariyên operasyoneke berfireh heye.
2. Di 20’ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 01.30 – 02.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Deşta Kafya û Ava Xazir ku bi ser Garê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de maleke gundiyan rûxiyaye û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
3. Di 20’ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa û Dola Kongre ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan û Misoleka ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 19’ê Tebaxê de di tevahiya rojê li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Reş, Tepê Silo û derdora wê, Nuqta Xidir û derdora wê ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
6. Di 19’ê Tebaxê de di navbera 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Neqeba Koordîne, Şehît Azîz, Şehîd Ahmet, Girê Karker, Goristana Şehîdan a Xakurkê û Gundê Cennetê ji aliyê Artêşên TC’ê û Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
7. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Avaşîn û Ava Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
8. Di 19’ê Tebaxê de di saet 23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kuzînê, Balakatê û derdora wê ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
9. Di 19’ê Tebaxê de di 19’ê Tebaxê de ji saet 22.30’an heta 20’ê Tebaxê saet 02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kortek, Kanî Cengê û derdora wê ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
10. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 22.30-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Deşta Kafya, Ava Xazir, Gundên Siyanê û Sêdarê ku bi ser Garê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
11. Di 19’ê Tebaxê de di derdora saet 18.00’an de li navçeya Tetwanê ya bi ser Bedlîsê li dijî Qereqola Bînkar ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke suîkastê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
12. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 21.30-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
13. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 21.30-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kanî Gûzê ya Metîna yê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
14. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî navbera Xeregol û Şehîd Berîtan û Gundê Sêvê ya Zapê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
15. Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Mahîr Mîrzo, Gundên Reşmê, Orê û Zerê, Xeregol, Şikefta Birîndara, Girê Karker, Banê Cemedê, Girên Çiyareş û Cehennem, Gundê Fila, Çemço û goristana şehîdan a Çemço ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
16 . Di 19’ê Tebaxê de di navbera saet 16.30-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Newal, Garêya Biçûk û Şehîd Colemerg a bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Piştî êrîşa hatiye lidarxistin li dijî heman herêma êrîşeke havan û obusan jî hatiye lidarxistin.
17. Di 18’ê Tebaxê de li navenda Dersimê operasyona li herêma Hengirvanê hatibû destpêkirin, ber bi herêmên Zagê, Dokuzkayalar û Uzuntarla berfireh dibe û berdewam dike.
18. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Xedarê, Goristana şehîdan a Xinêrê ku bi ser Xinêrê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
20 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê