Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-16.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Zap’ê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balafirên şer firînek tacîzê hatiye kirin.
2. Di 20’ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Zêvê, Sarkê, derdora ava Zapê û quntarên girê Rûbar ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
3. Di 20’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şikefta Birîndara ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Di 20’ê Tebaxê de ji 23.00’an heta 21’ê Tebaxê heta saet 01.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî Kurê Jahro, Gundê Bêseptê, herêma Çemço û gorîstana şehîdan a Çemço ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de ji aliyê İHA’yan (amûrên hewayî yên bê mirov) li ser herêmê hewldanên keşfê meşandiye.
5. Di 20’ê Tebaxê de di saet 18.30’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî girê qereqola Bilicanê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
6. Di 19’ê Tebaxê de di saet 20.30’an de li ser riya navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya nêzî 40 deqeyî berdewam kiriye, venêrîna nasnameya hatiye kirin û ji aliyê gerîla yê me propaganda hatiye lidarxistin, ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdewanên navçeya Lîcê ya bi ser Amedê û gundê Adgunê, li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 20’ê Tebaxê de bêencam paş de zîvirîne.
7. Di 20’ê Tebaxê de di navbera saet 17.30-18.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Golka, Sergelê û Dola Kuruma ku bi ser Metîna ye ji aliyê ArtêşaTC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
21 Ağustos 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê