Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya keşfan didomîne.
Duh di navbera demjÎmer 17.00 û îro demjÎmer 07.00’an de li ser qadên Gostê û Arê yên li ser xeta herêma Xakurkê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk bi armanca keşfê geriyane.
Di navbera 17’ê Tîrmehê demjimêrên 20:00 - 21:00 û 18’ê Tîrmehê demjimêrên 10:00 - 13:00’an de li qada Çarçella, di navbera 17’ê Tîrmehê demjimêrên 00:00 - 16:00 û 18’ê Tîrmehê demjimêrên 04:00 - 07:30’î de li herêma Heftanîn û xeta sînor, dîsa 18’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 04:30 - 07:00’an de li ser xeta sînor a herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne.
17’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 23:00 - 00:00 de li qada Şehîd Remzî ya li sêgoşeya di navbera Darahênê ya Çewlikê û navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê de pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.
18 Tirmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG