HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me, ji bo bîranîna hevalên me  Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên 16’ê Îlonê li Dêrsimê şehîd ketîne, li hemberî konvoyeke leşkerî ya kelûpel dibirin Qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Çalakiyên gerîlayên me  bi awayekî zêde didomin. Di çalakiyên gerîlayên me de li gor ên hatine tespîtkirin çawîşekî pispor, berbazek, 7 leşker, polîsek hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Operasyona artêşa TC a li qadên Mergê Zerê, Geliyê Dostkî û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dane destpêkirin, didomin. Li hember operasyonan çalakiyên gerîlayên me ji  didomin.Di 1’ê Cotmehê de saet 17.00’an li qada Veregoz di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Dîsa di heman saetê de helîkoptera Skorsky a dixwest leşkeran deyne Qereqola Remo jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin. Di encama wê de helîkopter bê ku leşkeran deyne vegeriya.

Li hemberî operasyona ku artêşa TC li qada Geliyê Dostkî daye destpêkirin, di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên gerîla de pêşveçûna leşkeran rawestiya. Weke ku me di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kir di pevçûnên 28’ê Îlonê de hevala me Nûda Evîn şehîd ketiye.

Nasnameya hevala me wuhaye:

nuda emine_small

 

Nasnav: Nûda Evîn

Nav-paşnav: Emîne Kahraman

Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn

Navê dê-bav: Rahîme-Remzî

Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 28'ê Îlona 2015/Colemêrg"

 

 

Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 15.00 - 15.30’î de û  di 2’yê Cotmehê de saet 02.00’an hêzên me yên gerîla li hember Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran ku nehatiye zelalkirin, piştî çalakiyê qereqola Oremar qadên li derdora xwe bi obus û hawanan bombe kir.

Di 2’yê Cotmehê de saet 16.00’an hêzên me yên gerîla li hember girê Qereqola Oremar hin rêze çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de leşkerek hat kuştin, piştî çalakiyê di koma leşkeran a hedef hatiye girtin, bi bandor hedef hat girtin, lê hejmara mirî û birîndaran zelal nebû.  

LI HEMBERÎ QEREQOLA BILICANÊ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, roja 1'ê Cotmehê de saet di navbera 12:00-13:00 de hêzên me yên gerîla, ji bo bîranîna hevala me Şehîd Sîdar Çemçe, li hemberî qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li avahiya qereqolê ketin; li avahiyê teqîn li dû teqînê rû dane û agir bi avahiyê ket. Di heman demê de derbên bi bandor li kozikên qereqolê hatine xistin. Piştî çalakiyê, qereqola Bilicanê bi katyûşa û hawanan Girê Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran bombe kirin.

Artêşa TC, di sibeha 30'ê Îlonê de li qadên Şehîd Merwan, Girên Konferans, Pişta Zura, bejahiya gundê Badibê, gundê Sêderiya û Xirbe Mişka yên li herêma Bagok a Mêrdînê derketiye operasyonê. Di roja 1'ê Cotmehê bi desteka helîkopterên Skorsky û balafirên keşfê, helîkopterên Kobra bombe li derdorê barandin. Di operasyona ku hînê dewam dike de li hin cihan di navbera hêzên me yên gerîla û leşkeran de şer diqewime. Her çend beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandine jî operasyon hînê dewam dike. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin.

LI HEMBERÎ KULÛBEYÊN NOBEDÊ YÊN LOJMANÊN POLÎSAN A LI STEWRÊ ÇALAKÎ

Di roja 1'ê Cotmehê de saet di 01:10'an de, li hemberî kulûbeyên nobedê yên lojmanên polîsan ên li navenda navçeya Mêrdîn Stewrê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de roketek li kulûbeyeke nobedê ket û di encamê de kulûbe bi temamî îmha bû, li vir leşkerek mir. Nîv saet piştî çalakiyê mirî û birîndar bi ambûlansan hatin rakirin. Tîma me ya gerîla ya ev çalakî pêk anî, bi sexlamî vegeriyan baregehên xwe.

Êvara 30'ê Îlonê, tîmeke me ya gerîla, li hemberî 2 stasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li gundê Yûvacik ê navçeya Amed Çinarê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de stasyonên bazê û 2 jeneratorên wê hatin îmhakirin.

LI BISMILÊ ÇAWIŞEKÎ PISPOR Û EFSEREK HATIN KUŞTIN

Di roja 1'ê Cotmehê de saet di 07:30 de, weke bersivdayîna li komkujiya li Bismilê a li dijî sivîlan hat kirin, li hemberî wesayîteke leşkerî ya li navenda sûka navçeya Bismilê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ji aliyê tîmeke xwedî wezîfeya taybet ve hat lidarxistin de, wesayîta çawişekî pispor û efserekî Tirk tê de bû hat şopandin û ji cihekî bi qasî 2 metreyan nêz, li wan hat dayîn. Çawişê pispor û efser li vir mirin û debanceyeke wan hat desteserkirin.

Di roja 28'ê Îlonê de saet di 18:00 de, di çalakiya tîma me ya Şehîd Reşît Varto ya li taxa Hûzûrevlerî ya navenda Amedê de, wesayîteke zirxî ya bi navê Ejder a li ber avahiya AKP'ê ya Bajêr, ji 5 metreyan hedef hatiye girtin. Di çalakiyê de polîsek hat kuştin, polîsek jî birîndar bû.

Tîmên me yên her du çalakî lidar xistin, bi awayekî serketî vegeriyan baregehên xwe yên li qada bejahî.

Di roja 1'ê Cotmehê de saet di 15:00 de li ser rêya navçeyên Mûş Gimgim û Kopê, 3 TIR ên dewletê, ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin.

GERÎLAYÊN ME YEN KU JI KOMÊ QUT BÛBÛN, GIHAŞTIN YEKîNEYÊN XWE

Li qadên Deşta Bedlîsê û Sirtê Kember ên Bedlîsê, operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye destpêkirin dewam dike. Di daxuyaniya duh de me ragihandibû ku 4 gerîlayên me ji komên xwe qut bûne. Ev 4 gerîlayên me xwe gihandine yekîneyên xwe. Nûçeyên di çapemeniya şerê taybet de hatin weşandin ku îdîa kirin li vê herêmê 6 gerîlayên me şehîd ketin, nûçeyên derew in.

Ji bo bîranîna hevalên me Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên li Dêrsimê gihîştin şehadetê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî saet di 12:30 de li hemberî konvoyeke malzeme dibir ji Qereqola Avûtka ya ser bi navçeya Dêrsim Xozadê pêk hat. Di çalakiyê de wesayîta BTR hedef hat girtin û 2 leşkerên di vê wesayîtê de hatin kuştin. Her wiha ji nêz ve bi bombeyan, li leşkerên ewlekariya konvoyê dikirin hat xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê bi baş nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, leşkerên li qereqolê ji ber panîkê gule li derdorê reşandin.

Ji 17'ê Tebaxê û vir ve rêyên di navbera Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzînganê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.

 

Lİ HERÊMÊN GERÎLAYÊN ME BOMBERDÛMANÊN DİJWAR

Artêşa Tirk li hember herêmên gerîlayên me bomberdûmanên xwe yên bi obus, hawan û tankan bi dijwarî didomîne.

 

Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 18.00-23.00’an de artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê daye ber obus û hawanan.

Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 15.00-17.00’an de alaya Topavêj a Gulyaziyê, qereqola Tepe Çete û hêzên artêşa TC ên li sînorê Şehîd Kendalê, herêmên Şehîd Şêxmûs, Deriyê Davetiya û Girê Nêriya da ber obus û hawanan.

Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 10.00-11.00’an û 21.00-22.00’an de qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Şikefta Birîndaran, Xeregol û Girê Cehennemê; saet di navbera 17.00-18.00’an û 22.30-23.00’an de qereqola Bîlîcanê, herêmên derdora xwe û Tepê Şehîd Colemêrg bi hawan, obus, katyûşa û tankan bomberdûman kir.

Di 1’ê Cotmehê de saet 14.00-17.00’an qereqola Dûrê ya li xeta sînorê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Nêrdûşa; di 2’yê Cotmehê de saet di navbera 06.00-07.00’an de Alaya Garê û qereqola Dêrikê jî, sêgoşeya Gerdiya, Çiyayê Karker û qûntarên wî, girê Şehîd Sarya û qûntarên wî, girê Konserve, girê Genîş û Dola 44 bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

Di 2’yê Cotmehê de saet 06.00-06.00’an girê Sîvrî yê girêdayî qereqola Bezelê ya li xeta sînorê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Girê Sor bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.

Di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 13.00-20.30’an de li ser herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; saet 14.00-16.00’an, 18.00-19.30’an, 20.00’an û êvarî saet 02.00’an li ser herêma Zapê; saet 09.00-12.00’an û 2’ê Cotmehê de saet di navbera 00.00-06.00’an li ser herêma Garê; saet 19.00’an û di 2’yê Cotmehê de saet 08.00’an li ser herêma Avaşîn, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha, di 1’ê Cotmehê de saet di navbera 18.00-18.30’an û 20.00-00.00’an de li ser herêma Zapê; saet di navbera 21.00-22.30’an de li ser herêma Metîna, tevgera balafirên şer hêbû.
2 Cotmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG