Ji çapemenî û raya giştî re!
6’ê Tebaxê ji aliyê hevaleme Nedîm Gulce (Tolhildan Firat) li hember qereqola Bebleşkînê ya girêdayî Elbak a Wanê çalakiya fedayî pêk anîye . Ev çalakî ji bo bîranîna hevalen me di êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya de jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye di qereqola 40 leşker têde piraniya wan mirine.
Li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, êrîşên tinekirina topyekûn a li hember Tevgera Azadiyê 6’ê Tebaxê gerîlayan li hember qereqola Bebleşkînê ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiyeke berfireh hatê dar xistine. Di vê êrîşa berfireh de hevalê me Tolhildan Firat çalakiya fedayî pêk aniye. Hevrê Tolhildan ê sala 2011’an tevlî nav refên azadiyê bû bi ked û fedakariya xwe bi awayekî bê sînor ku tevlî nav xebatên têkoşînê dibû, bûye ewladekî egîd ê gelê Kurd û milîtanekî pêşeng ê ciwanên Kurd.
6’ê Tebaxê saet 21:20'an gerîlayên me bi awayekî bi bandor li qereqola Bebleşkînê ya 40 leşker têde û girêdayî navçeya Elbak a Wanê ye dane. Hevalê me yê Tolhildan Başkale jî bi şewazekî fedayî bi wesayîta tonek teqemenî têde di navbera 2 wesayîtên zirxî de çalakiyek li dar xistiye. Bi teqînê re nîzamiyeya qereqolê, 4 çeper, 2 birc, 2 panzer, cihê razanê, xwaringeh û pêşiya qereqolê bi temamî îmha bûye. Dema çalakiya fedayî pêk dihat du komên gerîlayan ên di koma çalakiyê de cih digirtin jî bi çekên giran û ferdî bi awayekî bi bandor li leşkeran dane. Bi çalakiyê re bi awayekî hemwext gerîlayên me rêya Wan-Colemêrgê bi temamî kirine kontrola xwe.
Di vê çalakiyê ku 40 leşker di qereqolê de bûn piraniya wan hatine kutin. Mirî û birîndarên li vir nehatine zelalkirin.
Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi piştgiriya 2 pêgerên hewayî yen bê mirov bi helîkopterên Kobra derdora qereqolê gulebaran kirine. Nêzî 5 helîkopterên Skorsky û 10 ambulans hatine cihê bûyerê mirî û birîndarên xwe birine. Ber bi saetên êvaî ve makîneyên kar enqaza qereqolê rakirine û derdora qereqolê bi brandayan hatiye girtin. 7’ê Tebaxê artêşa Tirk rêya asfalt a li pêşiya qereqolê xera bûye bilez çêkiriye, wesayît û leşkerên nû sewqî qereqolê kirine.
‘Jı Bo Bîranîna Hevalen Me Yen Êrîşên Hewayî De Şehîd Ketıne Pêk Hat’
Ev çalakiya gerîlayên me pêk anîn û hevalê me Tolhildan çalakiya fedayî pêk anî ji bo bîranîna hevalên me yên di êrîşên hewayî yên artêşa TC a dagirker de şehîd ketine pêk hatiye.”
Nasnameyê Hevalême Wuhayê
Nasnav:Tolhıldan Fırat
Nav paşnav:Nedim Gülce
Cihê ji dayik bûnê: Wan
Navê dê û bav: Şemse - Halil
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 6 Têbax 2015 / Wan
8 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG