Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelêya Colemergê li çarçoveya konaxa duyemîn a operasyona şoreşgerî gerîlayên me yê serweriya herêmê di dest xwe de digrin, hin çalakiyên din hate lidarxistin.
Di vê çarçovê de; di 9'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li Çelê li dijî Qereqola Karataşê, di saet 13.00'an de jî li dijî Tabûra Êrîşê , di saet 15.00'an de jî li dijî Tabûra Serê Sêvê ji aliyê gerîlayên me 3 çalakiyên cuda hate lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a van hedefan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehate zelalkirin.
Dijmin ê li herêmê tu tevgera wî nîne, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî herêma Xeregol, Mahîr Mîrzo, Çiyareş, Girê Angola û Gundê Spîndarokê bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de şewata li Gundê Spîndarokê û Girê Angolayê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
2. Di 9'ê Tebaxê de di saet 18.00'an de li ser riya Amed-Mêrdînê li dijî 3 wesayitên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarsxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita reo hatiye rûxandin, wesayita daggeyigî jî hatiye rûxandin. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Agahiya kontrolkirina rê ya di çapemeniya tirk de derbas dibe dûrî rastiyê ye. Herweha agahiyên gihîştiye dest me ji bo wesayita rûxiyaye neyê dîtîn, rê ji aliyê dijmin ji çûn û hatinê hatiye girtin.
3. Di 9'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeaya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê Meymûn di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.
4. Di 10'ê Tebaxê de (îroj) di saetê beyanî de li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Yasak, Zarîk, İşikvuran û Mankurekê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê keşf û kemîn vedanê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî destpêdike.
10 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê