HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’yê tîrmehê de saet di 20.00’an de ji hêla gerîlayên me ve li dijî xeta lûleya Botaşê li nêzî qada Qertmîneyê ku girêdayî naçveya Midyada Mêrdînê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku hatiye lidarxistin de xeta lûleya petrolê şewat girtiye. Piştre dijmin di bin ewlekariya leşkeran de ji navenda Mêrdînê, Midyat û Hezexa Şirnexê maşînên şewatkûj anîne qada çalakiyê.

2. Di 3’yê tîrmehê de saet di navbera 05.00-06.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijîj girên Hawan û Şehîd Colemêrg ku girêdayî Zapê ne ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

3. Di 3’yê tîrmehê de saet di 10.00-12.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijî Geliyê Aş, girên Hêliz û Sîserê ku bi ser Heftanînê ve girêdayîne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

4. Ji 2’yê tîrmehê û vir ve li Qadên Parastina Medya li dijî Garêya biçûk, Ertûş, Erbiş ku bi serZapê girêdayiye, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan tê li dar xistin.  Êrîşên bi navber tê kirin hîn jî berdewame.

5. Di 30’yê pûşperê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî girê Akêrê ku girêdayî Perwariya Sêrtê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Li girê ku çalakî li dar ketiye ji 200 leşker, tanqek, panzêrek, 2 rampayên katyûşa, 20 kon û 2 nîzamiyeyan pêk tê. Gerîlayên me li hember leşkerên ku ewlekariya tabûra topçiyan digirin, saet di 22.30’an de bi çekên giran êrîş bi pêş ve birine û di vê êrîşê de 4 konên dijmin hatine tunekirinê û panzêreke dijmin bi giran3i lêdan xwariye. Li qada çalakiyê di pevçûna yekem de di nav wan de fermandarê qereqolê jî bi tevahî 6 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di vê çalakiyê de du hevalên me yên bi navê Qehreman (Abdurrahman Bozdag) û Silav (Gurbet Gokal) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Piştî çalakiyê ji qada Osyanê dijmin hewl dide mûdaxaleyê gerîlayên me bikin, li hember vê gerîlayên me duyem car li dijî dijmin çalakî li dar dixin û li vir jî 3 leşkerên dijmin têne kuştin. Dema ku firokeyên skorksy hewl didin mirî û birîndarên xwe ji qadê rakin, ji hêla gerîlayên me ve firokeyek lêdan dixwe û ji neçarî ji qada çalakiyê dûr dikeve. Di 1’ê tîrmehê de saet li derdora 08.00’an de dema ku gerîlayên me bi paş ve vedikêşin, bi dijmin re dikevin nava şer û li vir gerîlayên me di çembera dijmin de dimînin. Di vî şerî de hevalên me yên bi navê Hebûn,Havîn,Mahsum, Kemal, Herekol, Elî, Şahîn û Azad bi saetan li ber xwe dane û bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

Kahraman - Abdurrahman Bozdağ

Kahraman Erdal
Abdurrahman Bozdağ
1979 / Şırnak
1993 Şırnak
Emine
Şerif
Şahadet tarihi: 30 Haziran 2010 / Pervari, Siirt

Azad - Halil Kaya

Azad Van
Halil Kaya
1982 / Van
2002 Van
Güzel
Mehmet Çetin
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Şahin - Hasan Caferi Haydaranlu

Şahin Cilo
Hasan Caferi Haydaranlu
1986 / Çaldıran, Van
2004 /Çaldıran, Van
Cevaher
Beşir
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Ali - Afşar Reşadedüz

Ali Çiçek
Afşar Reşadedüz
1987 / Urmiye
2005 / Xakurke
Menice
Ramazan
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Herekol - Halis Kudayi

Herekol Silopi
Halis Kudayi
1986 / Şırnak
2006 / Duhok
Xeyal
Ahmet
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Kemal - Yasin Özmen

Kemal Urfa
Yasin Özmen
1986 / Urfa

2005 / Urfa
Hatice
Mustafa
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Mahsum - Perviz Emini

Mahsum Gabar
Perviz Emini
1986 / Xoy
2004 Xoy
Zeynep
Sahhi
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Havin - Nefise Işık

Havin Çırav
Nefise Işık
1984 / Gurdılan, Şırnak
1998 Şırnak
Vesile
Mehmet
1 Tîrmeh 2010 / Perwarî, Sêrt

Sılav - Gurbret Gökal

Sılav Serkeftin
Gurbet Gökal
1985 / Şırnak
1999 Maxmur
Feyruz
Hasan
30 Pûşper 2010 / Perwarî, Sêrt

Hebun - Eylem Demirpençe

Hebun Azad
Eylem Demirpençe
1979 / Mazgirt, Dersim
2001 / Elazığ
Azime
Kazım
30 Pûşper 2010 / Perwarî, Sêrt

4 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG