Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê tîrmehê de saet di 23.00’yan de û di 2’yê tîrmehê de saet heta 01.00’ê li Qadên Parastin Medya li dijî Goristana Şehîd Bêrîtan, Goşînê, Girê Şekîf ku girêdayî Xakurkê ne û li dijî qada Kendekolê ku girêdayî Xinêrê ye, ji hêla balafirên şer ên Artêşa TC’ê ve êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di encama van êrîşên hewayî de, pireyek ku gundî bikartînin tune bûye û li nêzî pirê maşîneke gundiyek zirar dîtiye. Wekî din li zozanên Gûşînê li dijî gundiyan êrîş pêk hatiye û rasterast dijmin konan hedef girtine û zirareke mezin a madî çêbûye.
2. Di 1’ê tîrmehê de saet di navbera 15.00-24.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijî hevrazên Deriyê Dawetiyê,Gundê Heftanîn û qadên Bêtalma û Giranişê, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye.
3. 30’yê pûşperê de ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve li dijî leşkerên dijmin ên li girê Şîtazayê û Siwarayê ku bi ser Geverê ve girêdayî ne, çalakiyeke bi armanca bîranîna salvegera şehadeta Şehîd Zîlan li dar ketiye, bes der barê mirî û birîndarên dijmin de agahiyeke zelal bi dest neketiye.
4. Di 29’ê pûşperê de saet di 15.30’an de li derdora pireya Zerîlê ku girêdayî Şaxa Wanê ye, maşîneke bizirx a bi tîpa akrep, di dema derbasbûnê de, ji hêla gerîlayên me ve hedef hatiye girtin. Di encama êrîşê de maşîne hatiye tunekirinê û 3 leşker tê de hatine kuştin. Di 30’yê pûşperê de jî saet di 05.00’an de Artêşa TC’ê li geliyê Cizîzê bi daketinan operasyonek daye destpêkirin. Dema ku dijmin hewl daye saet di 07.30’an de hevrazên Cizîzê bigire, ji hêla hêzên gerîlayên me ve hedef hatine girtin. Di vê çalakiyê de 2 leşker dijmin têne kuştin û 4 leşker jî birîndar dibin. Operasyona di 30’yê pûşperê de destpêkiribû, li erazî kemînavêtinan û yekîneyên veşartî danînê hê jî didome.
5. Di 28’ê pûşperê de li navçeyên Kanîreş û Solxanê ku girêdayî Çewlikê ne, dijmin bi tevlîbûna cahşên Çirikê bi 5 firokeyên skorsky bi daketinan li qada Şerafetîn operasyonek li dar xistiye. Operasyon di 1’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye.
6. Di 1’ê tîrmehê de li kolana Înonî ya navenda Dêrsimê, bîraxaneya Aksaray ku karên fihûş û nelirê dikir, ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve hedef hatiye girtin û hatiye daxuyandin ku ji niha û şûn ve wê cî û kesên wisa hedef bêne girtinê.
2 Tîrmeh 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG