Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê tîrmehê de saet li derdora 23.00’yan ji hêla hêzên gerîlayên me ve li navenda navçeya Bêşababê ku girêdayî Şirnexê ye, li dijî leşkerên dijmin ku li Girê Sor, Girê Bayrak, Katoyê Biçûk û Bêyolkê bicîbûne çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyan de digel ku gerîlayên me bang li cahşan kirine da ku nekevin pevçûnê, bes cahş ketine pevçûnê. Digel vê yekê jî, gerîlayên me cahşan hedef negirtine û tu cahşek nehatine kuştin. Di çalakiya Girê Sor de, gir bi tevahî dikeve destê gerîlayên me 2 ji wan çawişê pispor bi tevahî 9 leşkerên dijmin têne kuştin û 3 ji wan cahş 6 leşkerên dijmin birîndar bûne.
Di vê pevçûnê du hevalên me yên bi navê Fîkret û Zagros bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Di çalakiya li hember Girê Bayrak de jî 3 çeperên dijmin têne tunekirinê û li vir jî 5 leşker têne kuştin. Çalakiya li dijî girê Bêyolkê de jî mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkiriNê.
Di çalakiya li dijî lojmanên Fermandariya Alaya Bêşebabê de, mirî û birîndar nehatine zelalkirinê, bes leşkerên dijmin bersiv nedane gerîlayên me û dev ji çeperên xwe berdane û reviyane navenda bajêr. Di vê navberê de dijmin rastgele derdora xwe gulebaran kirine.
2. Di 4’ê tîrmehê de ji şev’ê hetanî sibeha 5’ê tîrmehê, ji hêla Artêşa TC’ê ve Qadên Parastina Medya, Girê Partîzan û Dola Aşê ku girêdayî Heftanînê ne, bi hawan û obûsan hatine lêdan.
3. Di 25’ê pûşperê de li qada Boristanê ku girêdayî Qaxizmana Qersê ye, gerîlayê me yê bi navê Firat Mûnzûr (Gokhan Akpolat) hatibû daxuyandin ku şehîd ketiye. Di vî şerîde gerîlayê me yê bi navê Şiyar (Şahîn Cîlo) birîndar ketibû û digel hemû hewldanan nehatiye rizgarkirinê û şehîd ketiye.
4. Di 21’ê Pûşperê de di encama şerekî li bejahiya Kelkîtê ku girêdayî Gûmûşxaneyê ye, gerîlayên me yên bi navê Amed Amed (Hemîd Ulaş) û Rêzan (Salih Ozcan) û rêhevalekî me yê bi navê Sîpan (Ozgur Daghan) gihîştine şehadetê. Ji operasyonên dijmin, em neçar mane ku bi derengî daxuyanî bidin. Ji ber vê yekê em di şexsê malbata Daglan de ji gelê welatparêz ê Kurdistan lêborîna xwe dixwazin.
5. Di 2’yê tîrmehê de li dema ku hevalê me yê bi navê Diyar (Abdullah Hezer) bi komek hevalan re diçe peywirekê, li Cizîra Şirnexê di pevçûneke bi dijmin re gihîşitiye şehadetê.
6. Fermandariya Biryargeha Navendî bi daxuyaniyekê rêhevalên me Fîkret, Zagros, Harûn, Diyar û Sîpan bibîr anî û da zanîn ku em ê ala şehîdên me yên leheng ku ji me re hiştine her dem bihejînin û soza jiyandina bîranîna wan didin. Di vê bingehê de bang hate kirin ku, hemû gelê me yê welatparêz bi rihê serhildanê li şehîdên xwe xwedî derbikevin.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Fikret Wan |
|
Zagros Urfa |
|
Harun Şiyar |
|
Diyar Gafur |
|
Sipan Aras |
5 Tîrmeh 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG