Ji çapemenî û raya giştî re!
Pêvajoya Pêngava Çareseriya Demokratîk a Rêbertiya me û Tevgera me daye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve, ji aliyê hêzên me ve bi hestyarî, bi rêbaz û taktîka bi dîsîplîn, bi berpisyariyeke dîrokî, hatiye meşandin. Lê bi mehên biharê re, ji aliyê artêşa Tirk ve agirbest hatiye binpêkirin û tevgera leşkerî zêde bûye. Ev tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk, bûye tespîta ku agirbesta yekalî ya ku di 30’ê Hezîrana 2013’an de hatibû ragihandin, bi dawî bûye. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de lez daye operasyonên xwe yên bejayî, kemînên ku dibin wesîleya şer, zêde kirine. Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên bê mirov berdewam kiriye û bi çekên giran, di serî de bombebaranên bi hewan, obus û topan li dijî herêmên me yên Parastina Medyayê li herêmên ku hêzên me dimînin êrîş hatine kirin."
429 KEŞF, OPERASYONÊN BEJAYÎ, 133 ÊRÎŞÊN TOPBARANÊ…
li ser tevgera leşkerî ya mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê bîlanço wuhaye
Li gorî vê yekê, di nava sê mehan de artêşa Tirk 429 xebatên keşfê, 69 operasyonên bejayî, 77 kemîn, 133 êrîşên bi tank û topbaranê pêk aniye. Her wiha 151 tevgerên hewayî rû daye.
Te zanîn ku bi tevahî 14 caran şer qewimîne û gerîlayen me jî 4 çalakî pêk anîne. Di van şer û çalakiyan de 7 leşker mirin e û 14 jî birîndar bûne.
Her wuha mehên Nisan Gulan u Haziran e de 9 Gerilla yen me jiyane xwe ji dest dane
BÎLANÇOYA SÊ MEHAN A ŞENGALÊ: 104 ÇETE HATIN KUŞTIN
Bîlançoya 3 mehan a li Şengalê jî wuhaye
Me wek gerîlayên azadiya Kurdistanê komkujiya li dijî gelê me yê Şengalê pêk hatiye dan sekinandin. Têkoşîn di esasa azadkirina Şengalê de hatiye meşandin û têkoşîna me ya berxwedanê tevî hemû êrîşan di çarçoveya çalakiyên gerîlaye me de meşiya ye.
Çeteyên DAIŞ’ê di sê mehan de li djî çeperên hêzên gerîlayen me bê navber êrîş pêkanîne. Li dijî van êrîşên çeteyan di serî de gerîlayên me yên HPG-YJA Starê, şervanên YBŞ-YPJ-Şengal, berxwedêrên MLKP’ê û peşmergeyan bi çalakiyên bi bandor darbeyên mezin li çeteyan xistine. Di vê pêvajoya sê mehan a têkoşîna me ya berxwedanê de 6 hevalên me bi ruhê Apoyî têkoşiyane û bi têkoşînek mînak gihiştine şehadetê.
Li gorî hejmara şer û çalakiyên di sê mehan de li dijî çeteyan pêk hatine 59 e. Di van şer û çalakiyan de 104 çete mirin, 32 birîndar bûn. 2 TIR’ên çeteyan û 10 wesayîtên wan hatin îmhakirin. Panzer û 9 wesayît jî hatin derbkirin.
Di vî şerî de 6 gerîlayen me jiyana xwe ji dest dane.
BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ NUQTEYÊN ÇETEYAN BOMBEBARAN KIRIN
Balafirên şer yên Koalîsyonê jî bi sedan nuqteyên çeteyan bombebaran kiriye û encamên van bombebaranan ji nayê zanîn.
Li Bakurê Kurdistanê divê bê zanîn ku ti tevgera leşkerî ya artêşa Tirk û êrîşên li dijî gelê me pêk tên, wê bê bersiv nemîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê heta têkoşînê bi serketinê tacîdar bike wê bi ruhê Fedayî yê Apoyî têbikoşe. Em hêzên Parastina Gel a Kurdistanê li dijî her êrîşê di çarçoveya parastina rewa de bi bersivdayînê, binirxînin."
2 Tirmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG