HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li hember gundên Wehdê, Xalid û Seedê yên girêdayî navçeya Daqoq a Kerkûk ji aliyê Gêrîllayên me yên HPG-YJA-Star û hêzên Pêşmerge ve operasyonek hevbeş hatiye destpêkirin.

Roja 16 Adar (îro) di demjimêr 5' ê beyanî de bi êrîşa balefirên Koalîsyonê û lêxîstîna çekên giran oparasyon destpêkirîye. Di encama operasyonê de gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatine rizgarkirin.

Di derbarê berfirehiya operasyonê de, di demjimêrên pêş wê gelê me û raya giştî were agahdarkirin.  

16 Adar 2015

 Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG