HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemeni û raya giştî re!

Artêşa Tirk bi şewitandina daristanan re xwezayê qetil dike

Tevgera artêşa Tirk dewam dike û di serî de li Botanê li gelek herêman bi şewitandina daristanan re xwezaya Kurdistanê qetil dike.
 Em ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk bêdeng nemînin Li van êrîşan, qetilkirina xwezayê jî zêde bûye. Divê were zanîn ku êrîşên bi vî rengî jî bê bersiv nemînin.

Demjimêr 21:00 ê 16'ê Tîrmehê heta 17'ê Tîrmehê (îro) artêşa Tirk li herêma Heftanîn û xeta sînor bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.

Ev tevgera hewayî li qadên gerîla zêde bûye her roj zedetê dêbe.Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 06:00 - 16:00 de li herêma Metîn, saet di navbera 11:00 - 13:00 û 18:00 - 22:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin, di 17'ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 - 03:00 de balafirên şer li ser herêma Metîna geriyane.

Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00 - 15:00 de li herêma Kîrekor a Îdirê, ji saet 20:00 ê 16'ê Tîrmehê heta saet 01:00 ê 17'ê Tîrmehê li herêmên Çirav û Gabarê yên Botanê, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.

Lı Cûdî Şewat

Di 16'ê Tîrmehê saet di 03:00 de ji qereqola Bespîn a li herêma Cûdî derdora gundê Herbolê hatiye gulereşandin û ji ber vê yekê şewat derketiye. Navendê diyar kir ku heman rojê saet di 19:00 de ji qereqola Dogan a li Cûdî, qada Girê Elî bi obus, hawan û çekên giran ên A4 hatiye bombekirin.

Lı Bazîdê Operasyon

15'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li herêma di navbera navçeya Agirî Bazîdê û gundê Çîftlîkê de, bi desteka maşînên zirxî operasyon hatiye.Gerîlayên me yên zû bi operasyonê hesiyan, bi çekên giran û ferdî derbên xweş li maşînên zirxî xistin û artêşa Tirk neçar maye xwe vekişîne.

Bı Kıncê Gerîla Re Zext Lı Gel Tê Kırın

Li navçeya Bedlîs Tetwanê, komekê kincê gerîla li xwe kiriye û zext li gelê li Çiyayê Nemrûdê koçeriyê dikin, kiriye.

Dı Navbera Pastarên Îrane û GerÎlayen me de Şereki Demkurt

Di êvara 15'ê Tîrmehê de li herêma di navbera navçeya Wan Elbakê û bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê de, pastarên Îranê kemîn danîn pêşiya gerîlayênye me bi wezîfeya xwe radibûn. Di navbera gerîlayên bi kemînê hesiyan û pastaran de ji bo demeke kurt şer derket.

Artêşa Îranê di 16'ê Tîrmehê de li qada Şehîdan a herêma Xakurkê dest bi operasyonekê kir û ev operasyon hînê dewam dike.

17 Tirmeh 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG