HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê Tebaxê de li navenda Agiriyê gerîla yê me ketiye şantiye ya li gundê Sindo yê, li vir maşîneke şantiyê hatiye şewitandin û 9 karker jî ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna karkeran qediyaye di 26’ê Tebaxê de hatine berdan.

 

2. Di 25’ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Siwarê Bene, Sîlsîdo û Milê Hênê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.

3. Di 25’ê Tebaxê de di navbera saet 13.00-14.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiyareş, Gundê Zêvê, Quntarên Gundê Sarkê, Girê Rûbar, Pira Balûka û derdora ava Zapê ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyê gerîla yê me tuneye.

26 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê