HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re !

1. Ji 24'ê Tebaxê û heta niha li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Bê, Bêlatê, Serê Sêvê û Girê Dahole ji aliyê Artêşa TC'ê bi havan û obusan tê bombebarankirin. Bombebarana li herêmê hîn jî berdewam dike. Herweha ji aliyê kumsoran li herêmê kemîn tê avêtin.

 

2. Di 24'ê Tebaxê de di saet 17.30'an de li Şaxa Wanê li Geliyê Şaxê li dijî helîkoptereke skorkyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter derbe xariye û naçar maye vegere navenda Şaxê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.

3. Di 21'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê wesayiteke erzak dibir Qereqolên Bêsosin û Tilorê li ji aliye gerîla yê me hatiye rawestandin, wesayit û erzakê tê de ji aliyê gerîla yê me hatiye wêran kirin. Sê kesên sivîl ên erzak jî dibirin ji aliyê gerîla yê me hatiye girtin.

25 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin