HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me HPG/YJA STAR’ê bi çalakiyan bersiva êrîşên artêşa Tirk didin.

Tevgera hewayî û operasyonên artêşa Tirk her ku diçin zêdetir dibin. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk jî çalakiyên gerîlayen me jî didomin.

Roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 21:00 – 22:45’an de artêşa Tirk a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê keşif pêk anîne. Keşfên artêşa Tirk ên li ser herêmên gerîlayen me her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî vê;

Roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 10:00’ê û roja 10’ê Tebaxê saet 11:00’an de li ser herêma Çarçela, roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 21:00’ê û roja 10’ê Tebaxê saet 11:00’an de li ser xeta sînor a herêma Avaşîn, roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 15:00’an de li ser herêma Gare, roja 9’ê saet di navbera 11:00’ê û roja 10’ê Tebaxê saet 11:00’an de li ser herêma Heftanîn û xeta sînor a wê herêmê, roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 û roja 10’ê Tebaxê saet 03:00’an de li ser herêma Metîna, roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 04:00 – 17:00 û 21:00 û roja 10’ê Tebaxê saet 07:00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk geriyane û keşif pêk anîne.

Roja 9’ê Tebaxê saet di navbera 19:00’ê û roja 10’ê Tebaxê saet 10:00’an de li ser herêma Geliyê Zîlan ê Agiriyê artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anîne”

Çalakıyên Gerîlayen Me

 Roja 10’ê Tebaxê di saet 07:00’an de gerîlayên me di çarçoveya pêngava Şehîd Reşîd Serdar de li hemberî konvoyekî ji Colemêrgê diçû Çelê du çalakiyên sabotajê hatine lidarxistin. Li vir 2 wesayîtên zirxî bi awayekî pir giran hatiye derbkirin. Hejmara mirî û birîndarên vê derê nehatine zelalkirin. Her wiha di saet 09:30’an de helîkoptereke Kobra ya artêşa Tirk rasterast erazî gulebaran kiriye. Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane. Rê û herêma di navbera Colemêrg û Çelê de di bin kontrola gerîlayên me de ye, çalakî didomin.

Her wiha hefteyeke herêma Gewreyê û rêya di diçe Bêzelê Cûhiyan a girêdayî Şemzînan di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 9’ê Tebaxê di saet 22:30’an de gerîlayên me li hemberî Tabûra Komandoyan a Beyketê ya girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê çalakiyek li dar xistine. Li vê derê gerîlayan bi bandor li du çeperan xistine. Çeperek bi temamî tê rûxandin. Di vê çalakiyê de du leşker hatine kuştin. Her wiha gerîlayên me Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê hedef girtine û çalakiyek li dar xistine, di vê çalakiyê de bi çekên ferdî bi  bandor li leşkerên li pêşiya nîzamiyeyê hatine derbkirin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin; gelek ambûlans hatine cihê bûyerê.

Roja 9’ê Tebaxê di saet 00:15’an de hêzên me yên gerîla li hemberî 7. Fermandariya Kolordû ya li navenda Amedê çalakiyek li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin. Roja 8’ê Tebaxê di saet 20:00’an de gerîlayên me li hemberî Tûgaya Dogubeyazit a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xistine. Çalakî li hemberî 3 kulubeyên nobeta parastina cebilxaneya tûgayê dikirin hatiye kirin. Gerîlayên me ji mesafeyek 100 metreyan bi roketavêja B7 û bi çekên ferdî bi awayekî bi bandor li kulubeyê xistine. Di vê çalakiyê de zerara madî di kulûbeyên nobetê de çêbûye; hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin lê bi awayek bê encam vekişiyaye.

Di van sê rojên dawiyê de artêşa Tirk bi aweyekî zêde sewqiyata leşkerî ji Erzirom û Agiriyê ji bo navçeya Zêdkan a Agiriyê dike.

Roja 9’ê Tebaxê di saet 18:00’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Çîçek a di navbera Dêrsim û navçeya Pulûrê de bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistine. Gerîlayên me di mesafeyekî nêz de qasî 10 leşkerên li pêşiya qereqolê kom bûne xistine. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine û helîkopterên Kobra jî derdora qereqolê û derdora gundên Zergoyî û Arman bi awayekî rasterast gulebaran kirine

10 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG