HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ev demeke li ser riya Kanîreşa Çewlikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.

2. Di 28'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li Dersimê li herêma Rojnekê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye.

3. Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-20.00'an de li ser riya Derzim - Erzinganê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayitên hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin û di derbarê xweseriya demokratîk û pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.

Di dema kontrolkirina rê de herweha 3 tir, tankereke petrolê û kemyonek ên şîrketên bi dijminm re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin, pişt re jî li dijî herêmên Kirmizidag û Gomemîşê operasyona hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

4. Di 26'ê Tebaxê de li navenda Dersimê li dijî herêma Harçikê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike. Herweha di encama bombebarana bi zanebûn a artêşa dagirker a tirk de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 40 wesayitê hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

6. Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-19.30'an de li ser riya Şirnex û navçeya Diha Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir 20 wesayît hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di vê navberê e kemyoneke şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û di kar û xebatên riyên leşkerî de kar dike bi şewitandinê hatine rûxandin. Ajovanê kemyonê Mehmet Alî Naz jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.

7. Di 29'ê Tebaxê de di saet 17.30'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Koçkiranê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

8. Di 26'ê Tebaxê de li Şirnexê li ser riya Findikê û Sûadiyê yên bi ser Gabarê ne keseke ji dijmin re qût (erzak) vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsînên îdarî û huquqî bi dawî bûye kesê bi navê Halîl Esendemîr serbest hatiye berdan.

30 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê