Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan. Encama kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
2. Di 28'ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-12.30'an de li dijî herêma Şûtê ya bi ser Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata daristanên li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 27'ê Tebaxê de di navbera navçeya Qaxizmana Qersê û Agiriyê li dijî herêma Çemçê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê ya li derdora zoman berdewam dike.
29 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê