Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî quntarên Korxê û Girê Cûmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristana ya li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Di 29'ê Tebaxê de di saet 19.00'an de li navçeya Pazarcixa Mereşê li nêzî gundê Olukbaşiyê li dijî tîmên tevgera taybet a cendermeyan ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî texrîp bûye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jÎ ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin riya li herêmê bi qasî saetekê girtiye pişt re jî kuştî û birîndarê xwe bi embûlansan ji herêmê dûr xistiye.
3. Di 29'ê Tebaxê de di saet 21.00'an de li navçeya Çaldirana Wanê li dijî du gerîlayên me yê li nêzî gundê Dasinayê çûne wezîfeyê ji aliyê du kesên AKP'êyî gule hatine barandin. Ji ber li derdorê zarok û jin hene gerîlayên me bersiv nedane, 2 wesayitên vî kesî jî bi şewitandinê hatine rûxandin.
4. Di 30'ê Tebaxê de di saet 09.30'an de li navçeya Bahçe ya Osmaniyê li dijî trênê bar ên alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de riya trênê zirar dîtiye, 4 vagonê bar jî tahrîp bûye.
5. Di 30'ê Tebaxê de di navbera saet 09.00-15.00'an de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 60 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontorlkirin û di di derbarê pêvajoyê de ji gel re agahî hatine dayîn.
6. Ji 29'ê Tebaxê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmên Geliyê Zap, Hînê û Helwesîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatine bombekirin. Piştî bombebaranê şewata daristanê ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
7. Di 31'ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 02.00-05.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxo li dijî Kato, Dola Sûlê, Neqeba PKK'ê û Geliyê Gundê Bektoryaya bi ser Heftenînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
8. Di 29'ê Tebaxê de li ser riya Şirnex û Diha Sêrtê Mehmet Alî Nazê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînên îdarî û huquqî bi dawî bûye serbest hatiye berdan.
31 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê