Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê îlonê de li ser xeta sînor a Şehîdanê di navbera gerîlayên me û artêşa îronê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me gihîştiye şahadatê. Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Rizgar Mardin |
2. Li Eyaleta me ya Çewlikê sîxûreke bi navê Erdal Şan ê di meha adarê ya 2011'an di şahadeta 7 rêhevalê me de rol lîstiye ji aliyê gerîlayên me ve hatiye cezakirin.
3. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de ji aliyê gerîlayên me hin rêzeçalakî hatine lidarxistin. Di 23'ê Îlonê de di saet 18.30'an de li navenda Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a Nahiya Best, girê ewlekariya tabûrê digire û bircên çavdêriyê û wesayitên zirxî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di encama çalakiya li dijî 3 kozikên nobedariyê, leşkerên ji bo guherîna nobedariyê dihatin, tankek, panzerek û hemû çeperên tabûrê di heman demê hatibûn lêdan de, tankek derbe xwariye, wesayitên zirxî jî bêbandor bûye. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 6 leşkerê dijmin hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ên piştî çalakiyê bi saeteke û nîvê bi wesayitên sivîl rakiriye navenda bajêr, ew bi xwe jî nekariye bersivê bide gerîlayên me û xwe di nava tabûrê de veşartiye. Artêşa dagirker a tirk ê di 24'ê Îlonê de li derdora tabûrê operasyoneke biçûk lidarxistiye û xwe di nava tabûrê de girtiye.
Di 24'ê îlonê de 18.00-19.30'an de di navbera Dersim-Erzinganê li herêma Marçikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 40 wesayit hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê û tevgerê de gel hatiye agahdarkirin.
Di çalakiya li dijî qereqola Yolçatiyê de rêhevaleke me yê birîndar ketiye ji yekîneya xwe qut bibû û di 23'ê Îlonê de heta guleya xwe ya dawî bi dijmin re şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Gabar Dersim Nav û paşnav: Tamer Polat Navê dayik û bav: Turkan - Huseyin Cihê jidayikbûnê: Dersim Dîrok û cihê şahadetê: 23 îlon 2012 / Dersim |
4. Di 24'ê Îlonê de li navenda Îdirê li wesayiteke ji qereqola Korxanê rê erzaq dikişand, piştî kesên tê de hate hişyarkirin, wesayit li gel erzaqên tê de hatiye şewitandin û rûxandin.
23'ê Îlonê de li navenda Îdirê li dijî Gundê Gewro, Kelê, Sitilila û girê çavdêriyên yên bi ser Kirê Kore ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
Ev demeke li Îdirê li herêma Kirê Kor yekîneyeke kontra ya ji 10 kesî pêk tê bi cil û bergên gerîlayên me li nav gel digerin û li ser navê gerîlayên HPG'ê ji gel pereyan kom dikin. Gelê me divê li beramberî vê yekîneya kontra ya car caran weke du yekîneyên digerin divê bihîstyar bin.
5. Di 24'ê Îlonê de di saet 16.00'an de trêneke bar a alavên leşkerî vediguhezîne Kurdistanê li navçeya Pazarcixa Mereşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de riya trênê hatiye texrîp kirin, 13 vagon jî hatiye rûxandin.
6. Di 17'ê Îlonê de li sêgoşeya Mêrdîn, Nisêbîn û Mahsertê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hate destpêkirin di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
7. Di 24'ê îlonê de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li dijî qereqola artêşa dagirker a tirk a li Gundê Terêye û li dijî girê ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayên çalakiyên hem wext hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
8. Di 22'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî geliyê Setkarê hatibû destpêkirin di 24'ê îlonê de bê encam paş de vekişiyaye.
9. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li xeta Şemzînan, Çelê û Geverê, di 24'ê Îlonê de li dijî qereqola Giranayê çalakiyek hatiye lidarxistin. Herweha li dijî du qereqolên nû yên li nêzî qereqola Giranayê tên avakirin de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Artêşa dagirker a tirk ê nekarî mudaxeleyî kontrolên rê yên rûtîn ên ji aliyê gerîlayên me ve tên lidarxin, riya Gever û Oramarê ji 23 Îlonê û vir ve li çûn û hatinê gitine. Di heman demê de di 24'ê Îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li dijî Çiyayê Çarçelayê, herêmên Mêrgezerê û Sertêlê, dîsa ji 23'ê Îlonê û vir ve li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
Di 23'ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Çiyayê Hînê, Suwara Benê û Kunmerê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
10. Di 24'ê Îlonê de di saet 17.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Amedê li dijî herêma Şehîd Piling a bi ser Metînayê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
25 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê