Ji çapemenî û raya giştî re!
31’ê Tîrmehê saet 02.00 de gerîlayên me li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pozanti çalakiyeke berfireh li dar xistine. Her du gerîlayên me piştî bi çekên ferdî li du polîsên ku li ber nizamiyeyê dane, ketine hundirê avahiyê. Dema li hundir pevçûna bi polîsan re dijwar bû, her du gerîlayên me jî bi terzê fedayî çalakiya xwe dewam kirine. Hevrê Welat û Şiyar bi biryardariyeke mezin û ruhekî fedayî çûne ser dijmin, di çalakiyê de gelek polîs mirine û birîndar bûne.
Midûriyeta Polîsan hewl daye ku windahiyên xwe yên di encama derbên xwariye de veşêre û bi awayekî nêzîkatiyên heqaretwarî cenazeyên 2 gerîlayen me teslîmî komeke faşîst kirine.Hevalên me Şiyar û Welat ên di demên cuda de tevlî têkoşîna azadiyê bûyîn û xwe bi perwerdeya Apoyî pêş xistin, xwedî sekneke mîlîtanî ya di her şert û mercên giran de ji kar re amade bûn. Ev her du hevalên me li hemberî êrîşên artêşa Tirk ruhê fedayî yê bilindkirina têkoşînê hildigirtin, her du hevalan bi biryardariyek mezin ev çalakî li dar xistine û sekneke dîrokî nîşan dane.
Nasnameyên gerîlayên me yên li Midûriyeta Polîsan a Pozantî çalakî li dar xistine wiha ne:
Nasnav: Şiyar Şiyar
Nav û Paşnav: Yakûp Nas
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Navê dê û Bav: Maşallah - Bahattin
Cih û Dîroka Şehadetê: 31 Tîrmeh 2015 / Edene – Pozant
Nasnav: Welat Riha
Nav û Paşnav: Alî Baybarîz
Cihê Jidayikbûnê: Hatay
Navê dê û Bav:Hatun - hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 31 Tîrmeh 2015 / Edene – Pozanti
Gerîlayekî Me Bırîndar Bıbû Jî Jıyana Xwe Jı Dest Daye’Gerîlayê me bi navê Azad Serhat ê di êrîşên balafirên şer ên TIrkan ên di rojên 25 – 26’ê Tîrmehê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de birîndar bibû jî demek bû dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest daye.
Hevrê Azad ê di jîngeheke welaparêz de mezin bû û Tevgera Azadiyê nas kir, piştî perwerdeya xwe ya şervanên nû, li gelek herêman xebatên gerîla meşandiye. Hevrê Azad ê di karên ku dimeşand de bi fedakarî û biryardariya xwe dihat naskirin, her dem hevalekî bi moral û pêşeng bû.
Nasnameya gerîlayê me ê jiyana xwe ji dest daye wihaye:
Nasnav: Azad Serhat
Nav û Paşnav: Alî Îhsan Askar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê dê û Bav:
Cih û Dîroka Şehadetê: 04 Têbax 2015 / Herêmên Parastinê yên Medya
9 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG