Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayen me bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên artêşa Tirk. Di çalakiyên gerîlayen me de 4 lekşer û polîsek hatin kuştin. 2 panzer hatin rûxandin û li yekê jî derb hat xistin.
Artêşa Tırk Bombeyan Lı Qadên Gerîla Dıbarîne
8'ê Tebaxê saet di navbera 06:00 - 07:00 de qereqola Bezelê ya li ser sînorê herêma Zagrosê qada Dola Kewê, saet di navbera 18:00 - 19:00 de qereqola Tepê Çete qadên Mergê û Şehîd Hozan bi obus, hawan û tankan bombe kirin. Bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî herêmên me yên gerîla dewam dike. Li gorî vê yekê;
8'ê Tebaxê saet di navbera 23:00 - 00:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêg Geverê bi obus û hawanan Girê Şehîd Gafûr bombe kir. Li ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
9'ê Tebaxê saet di navbera 01.00 - 02:00 de qereqola Arûş a li ser sînorê Metîna, bi obus û hawanan Girê Kuro Şîno û derdora wê bomberdûman kir.
8'ê tebaxê saet di navbera 18:00 - 19:00 û ji saet 21:00 heta saet 01:00 ê 9'ê Tebaxê qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê, bi çekên giran gule li derdorê reşandiye."
Lıv Û Tevgera Keşfê Dewam Dıke
Roja 9'ê Tebaxê saet di navbera 06>:00 - 12:00 de li ser qada Dola Kewê ya herêma Zapê, bi pêgerê hewayî yên bê mirov re artêşa T.C a dagirker keşif kiriye. Ev tevgera keşfê li qadên me yên gerîla dewam dike. Li gorî vê yekê;
Ji saet 21:00 ê 8'ê Tebaxê heta saet 11:00 ê 9'ê Tebaxê li herêma Garê, di 8'ê Tebaxê aset di navbera 19:00 - 00:00 de li ser herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Ji saet 18:00 ê 8'ê Tebaxê heta saet 07:00 ê 9'ê Tebaxê li ser qada Geverê ya Colemêrgê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."
Çalakıyên Gerîlayen Me
7'ê Tebaxê saet di navbera 23:00 - 00:00 de gerîlayên me li hemberî 2 polîsên li ser pira navçeya Şirnex Cizîrê çalakiyek pêk anîne. Li vir polîsek hatiye kuştin yek jî birîndar bûye.
6'ê Tebaxê saet di 19:00 de gerîlayên me rêya navbera Mêrdîn û Medyatê xistine bin kontrola xwe. Gerîlayên me yên li vir nasname kontrol kirin, di heman demê de der barê pêvajoyê de agahî dane gel. Artêşa Tirk bi paneran re xwest dest li rewşê werbidin. Li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran û ferdî derbên xurt li panzeran xistine û yek ji panzeran li vir derb xwariye. Piştî çalakiyê roja 7'ê Tebaxê saet di 01:00 de artêşa Tirk li derdora xwe gule reşandiye û ji ber vê yekê şewat derketiye.
8'ê Tebaxê saet di navbera 20:00 - 21:00 de gerîlayên me li herêma di navbera gundên Gosinê Ciyanê yên Wanê de li dijî stasyonên bazê yên Turkcell, Vodafone û Avea çalakiya sabotajê pêk anîne. Stasyona baz a li vir hatiye rûxandin. Di heman demê de cerdevanan hewl dan êrîşî gerîlayên me bikin, lê li ser gulereşandina gerîlayên me de ev hewldan hatiye pûçkirin.
Roja 8'ê Tebaxê saet di 16:30 de gerîlayên me li hemberî qereqola Baban a ser bi navçeya Çewlik Dara Hênê. Li vir leşkerek hatiye kuştin.
Di navbera 5-7'ê Tebaxê de gerîlayên me kontrola rêyên Amed û Çewlikê xistine destê xwe.
8'ê Tebaxê aset di 19:30 de li dijî qereqola Çorakli ya navçeya Mûş Kopê, gerîlayên me ji 2 baskan ve çalakî pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 panzerên di hundirê qereqolê de bi roketên B7 hatin rûxandin. Her wiha derbên xurt li komeke leşkeran a li cihê panzer lê bûn hatiye xistin û li vir 3 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Roja 8'ê Tebaxê saet di 00:00 de li hemberî stasyona baz a Turkcellê ya di navbera navçeya Erzîrom Qereçan û navçeya Mûş Milazgirê bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn û di encamê de stasyona baz hatiye rûxandin.
Ev 3 roj in rêyên navbera Dêrsim-Xozadê di bin kontrola gerîlayên me û gerîlayên TKPML/TÎKKO de ne.
Lı Maku Tevgera Kontra
Ev hefteyeke li qada Deşta Bairganê ya Maku, komeke kontra ya ji 6 kesan di nava tevgerê de ye. Kincên leşkerî yên gerîlayên me li xwe dikin û li gundên Aliyê Kando û Tirekmanê li hemberî tevgera me antî propaganda dike.
Li Şengalê 2 Çete Hatin Kuştin
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.
Çalakiyan de roja 8'ê Tebaxê saet di 15:00 de li taxa Xeyr Nasir a ser bi navenda Şengalê şer qewimî û çeteyek hat kuştin.
Heman rojê saet di 23:30 de hêzên YBŞ'ê li navenda Şengalê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û li vir jî çeteyek hat kuştin.
9 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG