HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên gerîlayan me jî her diçe zêdetir dibe. Li gorî hatiye tesbîtkirin di çalakiyên hatine kirin de 14 leşker hatiye kuştin, gelek wesayîtên zirxî jî hatine derbkirin.

Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a bi hewan, obus û tankan berdewam dike. Daxuyaniya Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 15:00’an de artêşa Tirk ji qereqola Bêzelê ya li ser xeta sînor a herêma Zagrosê li hemberî herêma Dola Kewê bi obus û hewanan bombebaran pêk aniye. Di encama bombebaranê de li erazî şewat derketiye. Bomberdûmanên artêşa Tirk ên li hemberî herêmên gerîla her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî vê;

Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 – 16:00’an de Alaya Garê ya li ser xeta sînor a herêma Xakurkê li hemberî herêmên Berê Kewkê û Çiyayê Karker bi obus, hewan û tankan bomberdûman pêk aniye. Roja 7’ê Tebaxê di nabera saet 17:00’an û roja 8’ê Tebaxê saet 04:00’an de qereqola Tepê Çete ya li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li hemberî herêmên Deriyê Dawetiyê û Kelik bi obus, hewan û tankan bomberdûman li dar xistiye.

Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 – 20:00’an de qereqola Bilîcan a li ser xeta sînor a herêma Zapê li hemberî herêmên derdora xwe, roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 14:00’an de qereqola Êrîş li hemberî herêmên Çaçerî û Yektarî bi obus, hewan û tankan bomberdûmanek pêk aniye.

Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 – 16:00’an de qereqola Arûş a li ser xeta sînor a herêma Metînayê li hemberî herêma nêzîkî girê Kurêşîno, dîsan saet di navbera 18:00 – 19:00’an de li hemberî herêma Komando bi obus, hewan û tankan bomberdûmanek pêk aniye.

Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 14:00’an de li ser herêmên Xakurkê, Avaşîn û Zapê tevgera hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk rû daye. Her wiha roja 8’ê Tebaxê di saet 07:00’an de li ser herêma Avaşîn tevgera hewayî ya balafirên şer rû daye.

Roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 40:30 – 07:00’an de herêma Metîna, roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 – 16:00 û roja 8’ê Tebaxê saet 02:00 – 12:00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anîne. Her wiha roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 10:30 – 15:00’an de li ser herêma Tendûrek a Agiriyê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anîne.

Roja 7’ê Tebaxê dijminê li qereqola Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê bi zanebûn guleyên şewatê avêtiye û bûye sedema ku li erazî şewat derkeve. Şewat hîna jî dewam dike. Her wiha roja 7’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 – 00:00’an de li derdora qereqola Şêx Cûma balafirên keşfê keşif pêk anîne.

‘Çalakıyên Gerîlayan Me Dıdomın’

Colemêrg

Roja 5’ê Tebaxê di saet 10’an de gerîlayên me li nêzîkî qereqola Yenî Kopru ya li ser rêya Colemêrg – Geverê li hemberî konvoyek ji wesayîtên zirxî û sivîl ên artêşa dagirker a Tirk pêk dihat çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de mînîbusek ku gelek leşker têde bûn hat îmhakirin. Li vir sûbayek, 2 çawîşên pispor bi giştî 6 leşker hatin kuştin. Di heman demê de tevî ku gelek birîndarên dijmin çêbûn jî lê hejmara wan nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin.

Roja 7’ê Tebaxê di saet 15:15’an de gerîlayên me li hemberî tabûra Efeler a li navçeya Geverê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine.

Her wiha li Şemzînan rêya di navbera Gewriya Cûhiya û Bêzelê hîna di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Sêrt

Roja 6’ê Tebaxê di saet 22:45’an de li hemberî îstasyona radarê ya girêdayî Gokçebag a Sêrtê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de gerîlayên me 5 çekên G-3 û 6 lib şarjorên vê çekê, 4 tebence û 10 şarjorên vê çekê û 5 êlekên êrîşê desteser kirine. Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk roja 7’ê Tebaxê  operasyon daye destpêkirin û operasyon hê jî berdewam dike.

Roja 7’ê Tebaxê di saet 19:20’an de gerîlayên me li hemberî girê qereqola Şûxan a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakiyek sûîqestê li darxistine û li vir leşkerek hatiye kuştin. Hema piştî vê çalakiyê vê care girê qereqolê bi çekên BKC û B7 hatiye xistin û dijmin bi alîkariya helîkopterên Kobra derdora xwe gulebaran kiriye.

Bedlîs

Roja 7’ê Tebaxê di saet 11:20’an de gerîlayên me li gundê Dendok li hemberî trêna ji navçeya Tetwan a Bedlîsê diçe Elezîzê çalakiyekî sabotajê li darxistine. Di vê çalakiyê de 4 vagon bi temamî hatine rûxandin.

Êlıh

Roja 7’ê Tebaxê di saet 10:30’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Tûmok a girêdayî navçeya Hezo çalakiyeke li darxis tine. Di çalakiya ku pêşî di şêweyê sûîqestê pêkhatî û piştre bi çekên ferdî û giran li qereqolê dane û bi awayekî zelal leşkerek hatiye kuştin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin hê zêdetirin lê nehatiye zelalkirin.

Çewlık

Roja 7’ê Tebaxê di saet 09:30’an de gerîlayên me li Hamam û Kervansaray a girêdayî Çewlikê wesayîteke zirxî ya Kobra xistine kemînê û bi çekên B7 û ferdî li wesayîtê dane. Roketên ku hatine avêtin ji wesayîta zirxî girtine û wesayît hatiye derbkirin. Der barê mirî û birîndarên dijmin de agahiyekî zelal nîne. Piştî çalakiyê dijmin 30 wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê kirine.

Erzırom

Roja 7’ê Tebaxê di saet 00:00’an de gerîlayên me li hemberî îstasyonên bazê yên Avea, Vodafone û Turkcellê le heyî yên li navçeya Qereyazî ya Erziromê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Îstasyona ku agir girtiyê îmha bûye û hatiye rewşa ku êdî neyê bikaranîn.

Agırî

Roja 7’ê Tebaxê di saet 08:50’an de gerîlayên me li herêmekî nêzîkî gundê Zorava yê li ser rêya di navbera Ebex a Wanê û Bazîd a Agiriyê 4 TIR û kamyonek şewitandine û îmha kirine. Dîsa li heman herêmê dema ku dijmin dixwest biçe girê lê bicihbûnê gerîlayen me çalakiyek li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Kobra yek jî Skorsky herêm gulebaran kirine. Dîsa di saet 14:00’an de hêzên dijmin xwestin bi wesayîtekî zirxî ya Kirpî mudaxaleyê herêmê bike, li vir gerîlayên me wesayîta Kirpî bi roket û çekên ferî hedef girtine. Di vê çalakiyê de 3 miriyên dijmin hene. piştî vê çalakiya li hember wesayîta zirxî 2 helîkopterên Kobra yek jî Skorsky herêm rasterast bombebaran kirine, cenazeyên mirî û birîndarên xwe rakirine. Heya saetên şevê cih bi cih pevçûnan dewam kiriye.

Li navçeya Zêdkan a girêdayî Agiriyê gerîlayên me li hemberî îstasyona navendî ya TRT’ê çalakiyek li dar xistine. Bi roketan li leşkerên ku ewlekariya vê îstasyonê digirtin xistine. Di çalakiya ku hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin navenda TRT’ê bi temamî hatiye îmhakirin. Kontrola navenda TRT’ê hîna di destê gerîlayên me de ye.

Roja 7’ê Tebaxê di saet 10:40’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Şîlî ya di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Îranê de çalakiyek li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin, di qereqolê de jî zerera madî qewimî. Nîv saet piştî çalakiyê hêzên dijmin bi çekên A-4 û tankan derdora xwe û eraziyê xistine. Li eraziyê şewat derketiye û şewat hîna didome.

Tı Têkılıya Gerîlayên Me Bı Çalakıyên Lı Navenda Navçeya Sılopıyayê Re Tıne Ye’

Hinek derdorên çapemeniya Tirk nûçeyên bi şêweyê ‘Hêzên PKK’ê li hin navendên bajaran ên weke Silopiya û Cizîrê gule berdan polîsan’ didin. Em weke HPG ti têkiliya hêzên me bi bûyerên li navenda bajaran di qewimin re tine ye. Li hemberî operasyonên girtinê yên polîsan reaksiyonên mafdar ên ciwanan û gel heye. Ji raya giştî re radigihînin ku ne mijara gotine ye hêzên me têkilî bûyerên bi vî awayî bibin.

8 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG