Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12 Gulanê de li navçeya Kars Kaxizmanê di çapemeniyê de dabûn xuyakirin ku li dijî herêma Çemçê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistiye û pevçûnek di navbera Artêşa TC’ê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Lê di heman roj û demê de di navbera gerîla yê me û dijmin de tu pevçûn neqewimiye.
2. Di 11’ê Gulanê de li Şirnex li dijî mala polîsan ê li navenda Silopiyê ye ji aliyê gerîla yê me ji bo bersivdayina zextên li ser gel tê kirin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin polîsek jî hatiye birîndarkirin. Piştî çalakiyê di 12’ê Gulanê de li Silopiyê li dijî Navenda Silopiyê, Banê Şemka, Germikê û Neqeba Zêvka ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 10’ê Gulanê de li dijî Gundên Kulu û Îneka û herêma Kal Hasan ku bi ser quntarê çiyayê Araratê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi rengê kemîn avêtinê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 12’ê Gulanê de di navbera saet 09.00-10.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Mahîr Mîrzo ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
5. Di 4’ê Gulanê de di saet 17.15’ande li ser riya Kastamonû – Çankiriyê li dijî polîsan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatibû lidarxistin û di encamê de polîsek dijmin ji aliyê gerîla yê me hatibû kuştin yek jî hatibû birîndarkirin. Piştî çalakiyê kesek bi navê Harûn Batman – Celal Bozkurt reviyaye û Artêşa TC’ê li gorî agahiya ji vî kesî digre li dijî Kastamonû û Çorûmê operasyonek daye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
13 Gulan 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandi a HPG’ê