HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk lidar xistine. Di vê derbarê de:

Kesên bi navê Haşim Hesen û Cebelî Balî yên ji gundê Kaportê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser mijara bi artêşa TC’ê re karkirin bi dehan car ji aliyê hêzên me ve hatiye hişyarkirin. 23’yê Tîrmehê saet 22:00’an hêzên em li dijî van kesên ku ev hişyarî li  ber çav negirtin agir berdane 3 kamyon, 2 kepçe û gelek amûrên kargeheke ku girêdayî wan bû û tinekirine.

24'ê Tîrmehê saet 08:00’an hêzên me  li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistine de 4 çeper hatin ruxandin, bi qasî hate zelalkirin 12 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skosky ji qadê rakirine.

Heman rojê seet 12:20’ê hêzên me yên YJA Starê, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên TC’ê yên li devera daristan a Girê Şehîd Sarya dar jêdikirin çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Piştî çalakiya sekvaniyê ya li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sarya hate kirin û şûnde, hêzên me saet 19:30’î li Girê Şehîd Dewrêş ê li herêma Xakurkê kepçeyeike ya girêdayî TC’ê kirine hedef. Di vê çalakiya bi dijwarî li kepçeyê hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehate bidestxistin.

2. 19’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ ya dagirker saet 12:30’î qada navbera Gundê Horsel û Kortê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe kiribûn. Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûnde saet 13:30’î helîkopteran bombe li qadê barandine. Di vê bomberdmanê de hevryên me yên bi navê Agît (Celal Gok) û Yilmaz (Cîhan Koyûncû) şehîd bûne.

Agahiyên Derbarê Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav : Agît Soro

Nav û Paşnav: Celal Gok

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê- Bav: Afîfe – Ahmet

Cih û Dîroka Şehîdbûnê : 19’ê Tîrmeha 2019/ Amed

Agît – Celal Gok

 

Nasnav: Yilmaz Çavreş

Nav û Paşnav: Cîhan Koyûncu

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê- Bav: Adîle – Vedat

Cih û Dîroka Şehîdbûnê : 19’ê Tîrmeha 2019/ Amed

Yilmaz – Cîhan Koyûncu

Hevrêyê me Egîd Soro, di nav malbateke welatparêz a Amedê de ji dayik û mezin bûye. Hê di temenê xwe yê biçûk de rastiya dijmin nas dike. Hevrê Egîd ê ku polîtîkayên dijmin ên li dijî xelkê Amedê ji nêz ve dîtî, sala 2014’an tevlî refên gerîla dibe. Çanda welatparêzî ku ji nav civaka tê de mezin bûyî girtî, bi çanda şoreşger a partiyê re gihandiye hev û bûye xwedî sekn û kesayetiyeke mînak. Hevrê Egîd ku li gelek herêman li dijî dijminê dagirker, weke têkoşerekî dilwêrek şerkirî, heta kêliya dawî ya şehîd bûyî jî ji bo azadiya gelê Kurd bûye xwedî ked û hewldaneke bêhempa.

Hevrêyê me Yilmaz Çavreş, sala 1992’an li Amedê, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Hevrêyê me Yilmaz ku bûyî şahidê zext û polîtkayên dagirkerya Tirk ên tinekirinê, dagirkerî lêpirsîn kiriye û ketiye nav lêgerînan. Piştî van lêgerînan polîtîkayên dijmin ên tinekirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nekiriye û li ser vî esasî sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bûye. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûyî şûnde, bi jiyana gerîla û çiyê re bûye yek û bi awayekî çalak tevlî vê jiyanê bûye. Hevrêyê me Yilmaz her kêlî li gorî dilsoziya bi nirxên rêxistinê nêzî kar û xebatan bûye û têkoşîn kiriye. Hevrê Yilmaz ku bi eşqa hevrê, gel û welat dagirtî, hemû hevrêyên li dora xwe bi vê sekna xwe bandor kirine. Lewre di nav koma hevrêyan de bûye mînaka hezkirin û dilsoziyê. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Botanê, ji Botanê heta Amedê li gelek herêman têkoşîn kiriye, erk û berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî pêk anîye. Ji vî aliyî ve jî bûye têkoşerekî mînak.

3. 24'ê Tîrmehê saet derdorî 16:00-17:30’î balafirên şer ên Tirk derdorî gundê Bêpalan ê girêdayî herêma Qandîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê û saet 20:15’an jî devera Kurojahro ya girêdayî Herêma Zapê bomberdûman kiriye.

25'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin Û Çapemeniya HPG'ê