Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 23’ê Tîrmehê saet 06:50’an li dijî 2 wesayîtên kontra yên ji navçeya Şemîznan a Colemêrgê ber bi Girê Harûna ve ji bo leşkeran bigrin ve diçin çalakiya sabotajê lidarxsit.
Di çalakiyê de wesayîtek hate rûxandin, wesayîta din jî derbe xwar û kontrayek hate kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker cihê çalakiyê û derdora wê bi çekên giran biseruber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
2. Roja 23’ê Tîrmehê saet 00:10’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serkeftî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaaran nehate testpîtkirin.
3. Roja 9’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çiyayê Fila yê herêma Besta a Şirnexê şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr qetil kirin. Herdu welatiyên me yên ji gundên Bîryan û Kronê bi awayekî zanebûn ji aliyê leşkerên faşîst ve bi hovane hatine qetilkirin û ev sûcê xwe yê dij mirovahiyê xwestine bi rêya çapemeniya hawûzê bixin stuyê hêzên me de. Ev bûyer bixwe ji aliyê leşkerên dagirker ve hatiye kirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyên bi armanca şerê pîskolojîk tê kirin bawer neke.
4.Roja 14’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Dorşîn a navçeya Pasur (kulp) a Amedê operasyonek da destpê kirin. Roja 16’ê Tîrmehê saet 19:00’an balafirên şer ên dagirkeran herêma operasyonê bombebaran kirin. Divê bombebranê de hevreyên me Sorxwîn (Meryem Aksû), Roj (Evîndar Dûrsûn) û Viyan (Revşen Akil) şehîd bûn. Operasyon şeva 17’ê Tîrmehê ji herêmê vekişiya ye.
Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Sorxwîn Herekol Nav û Paşnav: Meryem Aksû Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik - Bav: Edîbe – Abdullah Cih û Demê Şehadetê: 16’ê Tîrmeha 2019’an / Amed |
Sorxwîn – Meryem Aksû
Nasnav: Roj Botan Nav û Paşnav: Evîndar Dûrsûn Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik - Bav: Halîme – Recep Cih û Demê Şehadetê: 16’ê Tîrmeha 2019’an/ Amed |
Roj – Evîndar Dûrsûn
Nasnav: Viyan Sason Nav û Paşnav: Revşen Akil Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik - Bav: Sûna – Mehmet Cih û Demê Şehadetê: 16’ê Tîrmeha 2019’an/Amed |
Viyan – Revşen Akil
Hevrêya me Sorxwîn Herekol di nava malbateke welatparêz de mezin bû û zû polîtîkayên qirkirinê yên dijmin nas kir. Hevala Sorxwîn polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekir, li dijî neheqiyan serî netewand û li dijî sîstemê derket. Hevrê Sorxwîn ji bo welatekî azad û paşerojeke azad di sala 2006'an de bi biryardarî û kelecaneke mezin tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû. Ji dema tevlî bû û pê ve li gelek qadan bi rengekî çalak wezîfe pêk anî. Bi daxwaz, biryardarî û fedakariya xwe ya mezin bû milîtaneke şoreşger a mînak. Îdeolojiya jinên azad a Rêberê me gelekî bandor li hevala Sorxwîn kir û bi nirxên Zîlan û Bêrîtanan xwe xurt kir û bû fermandareke gerîla ya serketî. Heta ku şehîd bikeve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin li refên herî pêş şer kir û di şerê lehengî de tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrêya me Roj Botan sala 1994'an li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevala me Roj ku bi nirxên civaka xwe mezin bû, li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dagirkeran di sala 2014'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevalê me Roj ji dema tevlî bû û pê ve bi agirê şoreşê yê di dilê xwe de têkoşîn hembêz kir û bi sekna xwe ya fedayî bandor li derdora xwe kir. Di meşa şoreşê de ku bi daxwaza azadiyê tê de meşiya hemû wezîfe û berpirsyariyên hewl da ku bi rengekî herî baş pêk bîne û bû milîtanekî mînak.
Hevrêya me Viyan Sason di sala 1993'an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên zordar û asîmîlasyonê yên dijmin serî netewand û di sala 2015'an de ji bo bi rengekî çalak li dijî dijminê faşîst têbikoşe tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Ji kêliya destpêkê ya tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hevrê Viyan xwe li gorî şert û mercan amade kir û li gelek qadan wezîfe pêk anî. Bi ked û fedakariya xwe li pêş bû û hewl da hemû wezîfeyên xwe bi rengê herî baş pêk bîne. Hevrê Viyan di rêbaza gerîla ya serdema nû de xwe şareza kir û bi îdeolojiya jinên azad a Rêbertî timî xwe bi pêş ve bir û bû milîtaneke mînak.
24'ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê