HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê dewam dikin. Agahiyên li ser çalakiya ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin wiha ne:

Artêşa TC’ê ya dagirker berî niha bi demekê li Qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Li derdorî gundê Berdereşê leşkerên dagirker dest bi çêkirina çeperan kirin. Hêzên me piştî ku vê tevgera dagirkeriyê demekê şopand û xistin bin kontrolê û şûnde, 23’yê Tîrmehê saet 19:30’î bi çalakiyekê çeper û kozikên leşker lê bûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve bi dijwarî li çeper û kozikan hate xistin, avahiyeke yê dijmin bi temamî hate rûxandin, û wesayîteke zirxî  bi dijwarî derbên giran lêketin.  Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin  9 leşekr hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne derdorî gundê Berdereşê. Leşkerên TC’ê êşkence li şivanên derdorî gund kirin û herêm ji çûn û hatinê re girtin.

2. 26'ê Tîrmehê (îro) saet 08:30’î artêşa TC’ê ya dagirker li derdorê gundê Kavlegundê û Pagenkê ya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi opersyonekê kirin. Her ku li ser operasyona ku didome agahî hatin girtin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

3. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di 25’ê Tîrmehê saet di navbera 19:00-19:30’î de,  bombe li devera Kanî Sarkê yê Bergare ya girêdayî Herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyanek negihîştî hêzên me, ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

4. Dewleta TC’ê ya ku li hember têkoşîna Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya dike tengav dibe, weke her demê di demên dawî de jî serî li rêya çapemeniya şerê taybet dide û dixwaze bi vê bandora xwe li ser gel bide çêkirin. Dagirkerên ku ji Xakukrê bigire heta Zapê û ji Zapê bigire heta Dersimê ji destê gerîla derbên giran dixwe, bi rêya nûçeyên ti rastiya wan nîne dixwazin moralê gelê me yê welatparêz bixe û çavên derdorên nijatperest boyax bike servîs dikin.

Di vê wateyê de, bi êrîşên xwe yên derveyî mirovî yên li ser Harêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, bi nûçeyên ‘Li Koordîneya Çalakiya MÎT’ê hatiye xistin’ nûçeyên derew belav dike, li aliyê din jî li Botanê 5 kes xwe radestkirine, servîs dikin. Bi vê dixwazin rûmeta gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bixin.

Ji beriya her tiştî weke ku Fermandariya Navendî ya me li ser çapemeniyê ragihandî, ti têkiliya me bi çalakiya li Hewlêrê ya li dijî MÎT’ê hatî kirin re nîne. Ji bo vê li qadên gerîla li koordîneya çalakiyê jî hatibe xistin bê wate ye. Li pêşberî rewşa li hember ciwanên Kurd ên welatparêz bê çare mane û jibo xwe rizgar bikin ketine pey nûçeyên wiha yên ti qîmetên xwe nîne. Li ser agahiyên li Botanê 5 kesan xwe radestkirine jî, di dîrokên berê de ji refên têkoşîna me qût bûyîn li Başûrê Kurdistanê hinek kesên ji aliyê TC’ê ve hatine kirîn. Li devera Şirnexê agahiyên ku hinekan xwe radestkirin dûrî rastiyê ne. Tiştekî wiha nine.

Ji bo raya giştî ya demokratîk û welatparêz dibêjin; Hikûmeta AKP-MHP’ê ya di demên dawî de li pêşberî têkoşîna me ya bi maf tengijîne, divê li hember lîstikên şerê taybet hişyar bin. Carekî din em dibêjin, di nava her şert û mercan de çi dibe bila bibe heta azadiya gelê xwe wê têkoşîna me bidome.

26'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê