HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30’ê Tebaxê (îro) di saetên sibehê de çeteyên DAIŞ xwestine êrîşÎ gundê Bare bikin. Li wir di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şer derketiye. Gerîlayên me li vir du wesayÎtên doçka, wesayÎteke hewanê rûxandine. Her wiha di şer de 5 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. YBŞ jî di van şeran de roleke aktîf lîstiye û li dijî çeteyên DAIŞ şer kiriye. Ev gund niha di bin kontrola gerîlayên me de ye. Her wiha di vî şerî de hêzên me yên YJA-Star li dijî wesayîteke çeteyên DAIŞ neqil dikir çalakiyek li dar xistine. Hemû çeteyên di nava wesayîtê de hatin kuştin.

2. Di 30’ê Tebaxê (îro) çeteyên DAIŞ ji bo herêma Şerfeddîn a girêdayî Şengalê dorpêç bike êrîşek pêk aniye. Ev êrîşa çeteyên DAIŞ ji aliyê hêzên me yên gerîla ve zû hat ferqkirin û di kêliya wê de bersiv hat dayîn. Li wir şerên dijwar rû dane û çete ji qadê hatine derxistin. Di vî şerê ku gelek çete hatin kuştin, der barê agahiyên zelal ên kuştî û birîndarên wan de nehatine girtin. Şerê li vê herêmê cih bi cih didome.

3. ji 29’ê Tebaxê saet di navbera 21.00’an de û heta neha balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zagrosê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê geriyane.

- Di 30’ê Tebaxê (îro) saet di navbera 12.00 û 15.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê geriyane.

- Di 29’ê Tebaxê de saet di navbera 23.00 û 00.00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastina Medya tevgeriyane. Dîsa di 29’ê Tebaxê de saet ji 21.00 heta 30’ê Tebaxê (îro) danê sibehê balafirên bêmirov bi armanca keşfê geriyane.

- Di 29’ê Tebaxê de saet di navbera 14.30 û 17.30 de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşif pêk anîne.

4. Di 29’ê Tebaxê de saet 14.00’an ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li navçeya Çewlik a Darahênê, Qereqola Serêla, li bejahiya gundê Argeş û Serêla û dîsa li Herema Kavare, Sîlsîla Koze û Tepê Ziyaretê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon saet 20.00’an de vekişiyaye. Artêşa Tirk a dagirker dîsa li eraziyê yekîneyên veşartî hiştine û xebatên kemîndanînê dimeşînin. Ev xebat heya niha jî didomin.

- Ji 28’ê Tebaxê hata niha artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundê Encasor ê girêdayî Tetwana Bedlîsê kemîna datîne.

5. Di 30’ê Tebaxê de saet di navbera 12.00 û 13.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa dagirker a Tirk li bejahiya gundê Eladag, Karabeg û Komure yên girêdayî Ercîşa Wanê keşif pêk anîne.

30 Tebax 2014

Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG