Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî gundê Şîrîşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagiker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Nasnav: Agît Zîan |
2. Di 23'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li nêzî baregeheke leşkerî di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin kuştÎ û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
3. Di 24'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li navenda Dersimê li nêzî Girê Rojnek li dijî leşkerên di xebata avakirina qereqoleke nû de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Du rojan artêşa dagirker a tirk derdora xwe bi dijwarî bombebaran kiriye, di 26'ê Hezîranê de danê êvarî înşaata qereqolê berdide û ji herêmê dûr dikeve.
4. Di 24'ê Hezîranê de di saet 16.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Çetan helîkoptereke skorskyan a alavên leşkerî û leşker vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me yê YJA-Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê helîkopter hatiye xistin, lê hejmara kuştî û brîndara nehatiye zelalkirin. Herweha li vê herêmê di encama pevçûneke din a di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Di 26'ê Hezîranê de artêşa dagirker a tirk li herêmê daxistinan kiriye û perçeyên helîkoptera skorskyê ji herêmê dûr xistiye. Ev çalakî ji bo bîranîna Rêheval Zîlan a di sala 1996'an de gihîştiye şahadetê hatiye lidarxistin.
5. Di 25'ê Hezîranê de li Navenda Mûşê li dijî Gundê Zengok û Çiyayê Kozmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 26'ê Hezîranê de danê êvarî paş ve vekişiyaye.
6. Di 26'ê Hezîranê de di saet 07.45'an de li navçeya Duzkoya Trabzonê li dijî qereqola jendermeyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkere dijmin hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye.
7. Di 26'ê Hezîranê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Qeladizê li dijî Gundên Qalatûka û Meredoya bi ser Qendîlê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin
27 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê