HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 26'ê Hezîranê de di saet 20.40'an de li navçeya Diha Sêrtê li herêma Minyanişê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye . Di encama pevçûnê de yek jê çawuşê pispor 5 leşker hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Dijmin bi piştgiriya bombebarana helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

2. Di 27'ê Hezîranê de di saet 05.30'an de li navçeya Diha Sêrtê li nêzî qereqola kevn ya Dihê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşker hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Herweha 2 çekê melez ên HK-33 ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê dijmin ve li dijî herê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 27'ê Hezîranê de di saet 19.30'an de li navçeya Elbaka Wanê li herêma Bableşînê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayên me de du pevçûnên cûda qewimiye. Di encama pevçûna yekemîn de 4 leşker hatiye kuştin, di encama pevçûna duyemîn de jî hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

4. Di çapemeniya tirk de hate îddiakirin ku di 26'ê Hezîranê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî herêma Ûzûnsirtê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye û di encama vê pevçûnê de leşkerên bi navê Hakan Koçer ê ji navçeya Bismila Amedê ye. jiyana xwe ji dest daye. Di roj û saet tê diyar kirin de li herêmê tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de neqewimiye.

28 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê