Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 1’ê pûşperê de saet li derdora 10:00’an li Girê Şehîd Gafûr ku girêdayî Oramara Geverê ye, hêzên gerîlayên me çalakiyeke sûîkastî li dar xistine. Di çalakiya ku fermandarê gir hatiye kuştin, piştî çalakiyê eydî Artêşa TC’ê firokeyên kobra derdora qada çalakiyê bombebarîn kirine. Bîrîma me ya çalakiyê, bê windahî gihîtiye yekîneya xwe.
2. Di 1’ê pûşperê saet di 21:00 û di 2’yê pûşperê de saet di 02:00’yan Artêşa TC’ê li ser xeta sînor qadên Dêrarê û Orê ku girêdayî Heftanînê ne daye ber obûs û hawanan û bi firokeyên kobra jî qadê bombebarîn kiriye.
3. Di 1’ê pûşperê de saet di navbera 10:30-11:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Hawan, Serhad, Angola, Çiyareş û girên Xeregolê û li hember qadên Kela Merganîşê, Geliyê Şehîd Dijwar, gundên Sernê û Kêrê, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye.
4. Di 29’ê gulanê de hêzên gerîlayên me li hember ewlekariya radara ku navenda Hatayê ye çalakiyek li dar xistibûn û di vê çalakiyê hevalê me yê bi navê Dewran (Îbrahîm Medranî) di vê çalakiyê de bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.
5. Di 25’ê gulanê de Artêşa TC’ê li hember bejahiya Dêrsim û Çewlikê operasyonek dabû destpêkirinê û di 26’ê gulanê de di navbera hêzên gerîlayên me û dijmin de şerek qewimî bû û di vî şerî de hevalê me yê bi navê Şervan ( Ridvan Peker), Çeleng (Naîf Oner), Kendal (Taner Elçî) û Felat (Mahîr Yilmaz) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Devran Nujiyan |
Şervan Başkale |
Çeleng Dilhat |
Kendal Baz |
|
Felat Amed |
2 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG