Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21'ê Adarê de li navçeya Silopiya Şirnexê li dijî herêma Cûdiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyoneke êrîşan hatibû lidarxistin, 3 rojan pevçûnên dijwar li vir qewimîbûn. Me dabû xuyakirin ku 9 gerîlayê me gihîştiye şahadetê. Herî dawî hin hevalên me yê gihîştine yekîneyên xwe hene, bi vî rengî hevalên li vê herêmê şehîd ketine eşkere bûne. Di encama pevçûnên 3 rojan berdewam kirî de rêhevalên me berxwedaneke dîrokî nîşan dane û 18 leşkerê dijmin kuştine, bi dehan ji wan jî birîndar kirine. Hevalên bi navê Kurtay Serhat - Yunus Dîler, Aydin Çirav - Huseyin Kaya, Şahîn Sîpan - Yasîn Mûsa, Ruhal Welat - Hawwa Meminejat, Tolhildan Yekbûn - Aslihan Bîlen şehîd neketine, li yekîneyên xwe xebata xwe berdewam dikin. Cardin hevala Zîlan Halep - Elmas Xelîl jî di Kanûna 2011'an de di bûyera hevalê Rûbar Mardîn - Seyfettin İşik gihîştibû şehadetê şehîd ketibû. Di encama pevçûnên 3 rojan li vê herêmê berdewam kirine, hevalê me yê bi navê Aydin - Orhan Şakar bi birîndarî gihîştiye destê dijmin. Di vê bûyerê de hejmara hevalên me yê şehîd ketine ne 9, 5 in. Bi rewşa dawî ya hatiye zelalkirin hevalên me yê şehîd ketine;
28 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê